Li Fransayê qaqûtê mezin ê turîasaurîa hate dîtin

Li Fransayê ji ya ku heta niha hatiye dîtin mezintir hestiyê dînozoran hatin dîtin. Tê texmînkirin ku dînozor bi dehan metroyan dirêj e.

Li Fransayê, li herêma Nouvelle-Aquîtaîne ya başûrêrojava, dema ku li Angeac-Charenteyê xebat dihatin kirin, hestiyekî mezin ê ranan hate dîtin.

Hate gotin hestiyê ranan ê ku hatiye dîtin, ji yên ku heta niha hatiye dîtin, bi rêjeyî pir mezintir e û bi dirêjahiya 2 metroyan e.

Endamê Mûzeya Netewî ya Dîroka Sirûştî paleontolog Ronan Allahîn got, hestiyê ku wan dîtine, dema ku didin ber yên beriya niha, yê mezintir ev e.

Allaîn got hestiyê ku wan dîtine yên celebê 'turîasaurîa' ê dînozorn e ku dirêjahiya wan 30 metro û giraniya wan 40 ton e.

Xebatên li Angeac-Cgarente beriya bi 10 salan piştî ku hestiyekî dî yê ranan hatibû dîtin,  zêdetir bûbûn.

Dînozorên bi celebên turîasaurîa li gorî yên din girstir in. Ev celeb, stûyê wan kin e, dûvê wan jî kin û stûr in. Serê wan bi forma kubîk e û zeniya wan fireh e.