Naziyekî ku da pey çûkên li Kurdistanê

Çûka Gabelek zanyarekî Nazî da pey xwe û ji Elmanyayê gihand Colemêrgê. Tevî guhertin avhewayê, şer, bendav û bajarvaniyê jî Gabelek çûkeke rengîn e ku hîn li Kurdistanê ye.

Deverên ku li parzemîna Asyayê lê ye, ew dever in ku sînorê Kurdistanê ne. Ji Qerejdaxê heta Botanê, ji wir jî heta quntarên Zagrosan, ji Hewremanê heta Silêmaniyeyê, ji Ûrmiyê heta Kirmanşanê çûka Gabelek heye. Dinyaya zanistiya nûjen bi saya Naziyekî ev çûka li van herêman keşf kir.

Ji zarokatiyê ve çivîkan bala Hans Kummerlowe dikişand. Vê baldariya wî wê ew bikira yek ji ornitolojist (zanyarê çivîkan) ê sedsala 20'an ê Elmanyayê. Sala 1923'an dema ku li Zanîngeha Leipzigê Beşa Zanistiyên Fen dixwend bû endamê Yekîtiya Ornitolojistên Elman (Zanyarên Çivîkan). Di heman demê de îdeolojiya Nazî (Nasyonal Sosyalîst) ya bi serkêşiya Adolf Hitler hîn nû ava dibû.

Hans Kummerlowe bû yek ji wan Elmanan ku wê demê kete bin bandora tevgera Nazî ya nîjadperest û antîsemîtîzmê. Kummerlowe sala 1925'an bû endamê Yekîtiya Xwendekarên Elman a Nasyonal Sosyalîst û xwest, jiyana xwe bi zanistî û îdeolojiya Naziyê biafirîne ku her du jî li dijî hev bûn. Kariyeta wî ya zanistiyê û xurtbûna Naziyan di heman demê de bûn.

Kummerlowe ku di sala 1924'an de bûbû endamê Partiya Karker a Elman a Nasyonal Sosyalîst (NSDAP), sala 1926'an weke delege tevlî kongreya partiyê ya li Munchenê bû. Di vê navberê de wê karê xwe yê doktora yê der barê çivîkên mê de sala 1930'î biqedabûya.

SALA 1933'AN ÇÛKÊN LI KURDISTANÊ NAS KIR...

Di salên 1930'î de ku kêm mabû Nazî bibûna desthilatdar, baldariya wî ya li çûkan wê bibûya sedem ku ji sînorê Ewropayê wêde biçe. Tevî hevalê xwe Gunther Niethammer ku mîna wî zanyarekî çivîkan e, di heman salê de ji bo lêkolînkirina çivîkên li Anatolî û Mezopotamyayê çû Tirkiyeyê. Dema ku vegeriya navê gelek çivîkan peyda kiribû. Piştî ku Nazî bû desthilatdar wê navber bidabûya lêkolînên xwe yên der barê çivîkên li peravên Egeyê, Derya Reş û Kurdistanê.

Lê tevî vê yekê jî di kariyera xwe de her bi pêş ve çû. Di sala 1933'an de ku rejîma Nazî ava bû, bû 'karmendê dewletê'. Sala 1934'an bi tayînkirina ku ji aliyê Hitler ve hate îmzekirin bû serkêşê Muzeya Zanistiyên Xwezayê ya li Dresdenê. Tevî ku 32 salî bû di nava hempîşeyên xwe de bal dikişand. Piştî çend salan bi îmzeya Hitler bû midûrê yekîneya ku hemû muzeyên xwezayê yên li Viyanayê.

Di dawiya salên 1930'î de li lêkolînên xwe yên li Tirkiye û Kurdistanê vegeriya. Tevî Wolfgang Neu di sala 1939'an de bi navê "Bibliyografiya karên zoolojiyê yên li Tirkiyeyê û sînorên cîranên wê" amade kir. Vê berhemê nîşan dida ku hevkariya siyasî ya navbera hikumeta Enqere û rejîma Nazî bi çi rengî bandorê li zanistiyê dike.

Di pirtûkê de bi gotina "Tirkiye û welatên cîran" re hewl hate dayin, ku gotina Kurdistanê neyê nivîsandin.

Piştî ku Şerê Dinyayê yê Duyemîn bi dawî bû û rejîma Nazî hilweşiya, Hans Kummerlowe jî bi rehetî nasnameya xwe ya Nazî danî aliyekî û li bajarê Osnabruckê bi cih bû. Weke 'zanyarekî ji rêzê' li muzeya zanistiyên xwezayê ya li wê derê dest bi kar kir. Heta sala 1946'an li kolanekê bi tesadûfî Prof. Tadeusz Jackzewski dît, ku Jackzewski yek ji endamên berxwedana li Varşova ya li dijî rejîma Nazî bû.

Piştî ku berxwedana li Varşovayê hate tepisandin Naziyan Prof. Jackzewski anîn Elmanyayê û ew xistin kampa komkirinê. Prof. Jackzewski ku sax ma li bajarê Osnabruckê hewl dida karên xwe temam bike ku karibe vegere Polonyayê. Dema ku di rê de dimeşiya li Kummerlowe rast hat û ew îxbarî yekîneyên Îngiliz kir ku wê demê bajar bi rê ve dibirin. Prof. Jackzewski ji bo wî digot, "Naziyekî fanatîk e, lê belê ti sûc nekir."

Hans Kummerlowe piştî ku ji aliyê leşkerên Îngiliz ve hate lêpirsîn hate berdan. Lê hate qedexekirin ku daîreyeke dewletê nexebite û Kummerlowe jî li lêkolînên xwe yên der barê çivîkan vegeriya. Bi saya fonên lêkolînên zanistî yên dewleta Elman tevî Ewropayê li gelek welatan lêkolîn der barê çivîkan de kir. Lêkolînkirina çivîkên li Kurdistanê ku di destpêka salên 1930'î de di nîvî de hişt piştî 30 salan domand. Bi giştî 7 caran çû Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, du caran çû Sûriyeyê û Lubnan û Fasê.

RÊWÎTIYA JI ELMANYAYÊ HETA COLEMÊRGÊ

Di navbera salên 1964 û 1965'an de çû Wan û Colemêrgê. Di vê gera xwe de 219 cûreyên çivîkan ên cuda li Kurdistanê tespît kir û li pêşberî navên wan ên bi Kurdî bi Latînî jî nivîsand. Lêkolînên Kummerlowe di arşîva Muzeya Zanistiyên Xwezayê ya Bonnê de ne. Di lêkolînên wî de çûka 'Gabelek' (Lanius nubicus) balê dikişîne.

Der barê vê çûkê de zanyarê Elman wiha dibêje: "Ji Qerejdaxê heta Botanê, ji wir jî heta quntarên Zagrosan, ji Hewremanê heta Silêmaniyeyê, ji Ûrmiyê heta Kirmanşanê çûka Gabelek heye. Gabelek bi teriya xwe ya dirêj û baskê xwe tê naskirin ku dema difire baskê xwe mîna ku bi rengê spî pînekirî ye xuya dike. Cûreyê vê çivîkê niha di nava lîsteya IUCN a cûreyên li ber tinebûnê ye.

Bi taybetî li Bakurê Kurdistanê bi zêdebûna hejmara bendavan û li Rojhilatê Kurdistanê jî bi kêmbûna avê re mîna gelek zindiyan, çivîka Gabelek jî di rewşeke metirsîdar de ye. Tê texmînkirin ku ji 120 hezarî heta 300 hezarî çivîkên Gabelek li gelemperiya dinyayê hene. Rêxistina parastina çivîkan Birdlif Europe ji bo Gabelek 'alarma sor' pê dixe.

Çavkanî:

"Bibliographie Der Zoologischen Arbeiten über die Türkei und Ihre Grenzgebiete" ya Wolfgang Neu û Hans Kummerlowe, Leipzig, Weşanên Otto Harrassowitz, 1939.

Eugeisz Nowak, “Wissenschaftler in turbulenten Zeiten”, Schwerin, Weşanên Stock/Stein, 2005.

“Bonner Zoologische Beiträge”, Enstîtuya Zoolojî ya Bonnê û Weşanên Muzeya Alexander Koenig, 1972, Bonn.

Lîsteya çivîkên li Kurdistanê ya Hans Kummerlowe ku di Wîkîferheng heye: https://ku.wiktionary.org/wiki/P%C3%AAvek:Firrindename

Rapora ji 10 rûpelan a IUCN ku 2016'an ji bo “Lanius nubicus” (Gabelek) ragihandibû.