Şopa herî kevn a mirovên li Emerîkayê hate dîtin

Li Şîliyê di encama lêkolînên arkeolojîk de şopa herî kevn a mirovên li parzemîna Emerîkayê hate dîtin.

Li herêma Pilauco ya li başûrê Şîliyê ku welatekî Emerîka Başûr e, li sîteyeke arkeolojîk beriya niha şopê lingê mirovekî hatibû dîtin. Eşkere bû ku dîroka şopa hatiye dîtin 15 hezar û 600 sal e.

Li gorî lêkolîna li kovara PLOS ONE hate weşandin, li sîteya arkeolojîk a li Pilaucoyê ji sala 2007'an ve lêkolîn tê kirin û şopa lingê mirovan ên demên berê hatin dîtin.

Herî dawî di Adara 2018'an de li eyaleta British Columbia ya Kanadayê şopa mirovan hatibû dîtin û eşkere bûbû ku dîroka wê jî 13 hezar sal e.

Ji jeologan Mario Pino ji rojnameya El Austral de Osorno re axivî û diyar kir li parzemîna Emerîkayê gelek şopên mirovên ji serdemên berê hene. Pino got, tevî vê yekê jî şopa ku dîroka xwe ewqasî kevn e heta niha nehatiye tespîtkirin.