Ji texmînan bêhtir av li Heyvê heye

Li gorî lêkolîneke zanyarên fezayî yên Emerîkî li Heyvê ku peyka Dinyayê ye, ji texmînan bêhtir av heye.

Lêkolîn ji aliyê zanyarên Zanîngeha Kaliforniyayê ve hate kirin. Di lêkolînê de tê bibîrxistin ku cemsera başûr a Heyvê ji ber ku beşa herî zêde dûrî Sîstema Rojê ye bi giranî tarî ye. Di lêkolînê de tê ragihandin ku mîna Merkurê li wê beşa Heyvê jî dibe ku qeşayên mezin hebin. Di lêkolînê de hate bibîrxistin ku sala 2009'an amûra fezayî ya LCROSS li wê herêmê av tespît kiribû.

Her wiha amûra fezayî ya Hindistanê Chandrayaan-1'ê jî li wê herêma Heyvê bi dîmenan av tespît kiribû.

DIŞIBE KRATERÊN LI MERKURÊ

Lêkolînerên Emerîkî 12 hezar kraterên li Heyvê û 2 hezar kraterên li Merkurê lêkolîn kirin. Beriya niha di lêkolînan de hatibû destnîşankirin ku li kraterên li Merkurê gelek av heye.

Pispor diyar dikin ku kraterên li Heyvê û Merkurê ji aliyê derdor û morfolojîk ve dişibin hev û dibêjin, kraterên li Heyvê hîn bêhtir stûr in, lewma dibe ku qeşayên avê lê hebin. Tê texmînkirin ku li qeşayên li Heyvê heta 100 milyon ton av hebe.

Pisporên NASA'yê diyar dikin ku ava li Heyvê dibe ku di nava çend hezar salî de bi temamî biqede.