Homo Sapiens ê ne Efrîkayî li Yewnanîstanê hate dîtin

Hestiyên mirovan ên li Yewnanîstanê hatin dîtin nîşan didin ku Homo Sapiens ji texmînan zûtir ji Efrîkayê derketine.

Encamên lêkolînkirina du tasên serî yên salên 1970'î ji aliyê pisporên Zanîngeha Tubingen a Elmanyayê ve hatin dîtin, di kovara Nature de hatin weşandin. Tasên serî yên hatin lêkolîn ên du mirovan e û li Girava Mora ya Yewnanîstanê hatin dîtin.

Li gorî hestiyên ku heta niha hatin dîtin, mirovê serdemê Homo Sapiens beriya niha ji 90 hezar heta 120 hezar salî ji Efrîkayê bi rê ketine û li parzemînên din ên dinyayê belav bûne. Lê belê hestiyê çengê yê ku li Îsraîlê hate dîtin û yê Homo Sapiens e hate tespîtkirin ku yê beriya 177 hezar heta 194 hezar salî ye. Hestiyên tasa serî yên li Yewnanîstanê hatin dîtin, wê teoriyên der barê dema derketina Homo Sapiensan ji Efrîkayê biguherîne.

Li hestiyên hatin dîtin navê Apidima 1 û Apidima 2 hatiye kirin. Hate tespîtkirin ku hestiyê yê yekemîn ne ji cûreyê Neandertal e. Eşkere bû ku hestiyê serî yê Apidima 1 ê Homo Sapiensekî ye ku berî 210 hezar salî dijiya. Pispora bi navê Katerina Harvati ji AFP'ê re axivî û got, "Apidima 1 ji Homo Sapiens hemûyan ên li derveyî Efrîkayê demeke gelekî kevn jiya ye."

Di encama lêkolînê de ku bi teknîkên modern ê vê serdemê hate kirin, eşkere bû ku hem taybetmendiyên modern hem jî yên arkaik bi Apidima 1 re hene, lewma ji cûreyê 'Homo Sapiens ê destpêkê' ye.

Her wiha hate tespîtkirin ku hestiyê Apidima 2 jî yê Neandertalekî ye ku beriya 170 hezar salî jiya ye. Dîtina hestiyên her du cûreyan teoriya ku dibêje Homo Sapiens û Neandertal di heman demê de li Ewropayê jiyan e, xurt dike.

Beriya niha dihate îdîakirin ku Homo Sapiens ji Efrîkayê ku weke 'dergûşa mirovahiyê' tê binavkirin beriya 70 hezar salî bi pêleke mezin koç kirine.

Lê belê hestiyên ku salên dawî li welatên Rojhilata Navîn û Ewropayê tên dîtin nîşan didin ku derketina ji Efrîkayê beriya texmînan pêk hatiye.