Bi milyonan telefonên mobîl bi vîrûsekê hatine bidestxistin

Hate gotin li tevahiya cîhanê bi vîrûseke ku di telefonên Androîd geriyayî bi milyonan telefon hatine bidestxistin.

Li gorî xebata pisporên Check Poîn ku li ser mijara ewlehiya sîber bi xebatên xwe têne zanîn, vîrûs gi 25 milyon telefonan geriyaye, wan telefonên ku pergala kargeriya Androîd bi kar tînin. Hate gotin ji van bikarhêneran nêzî 15 milyonan jê ji Hindîstanê ne.

Chec Poînt diyar kir bi vê vîrûsê ku zêdetir sepanînên mîna Whatsapê kirine hedefa xwe, armanc ew e ku dixwazin pêşî li rojanebûna vîrûsê bigirin. Hate gotin vîrûs di ser ''appstore 9Apss' re, ku karê daxistinê û rojanekeirinê dibîne, berbelav bûye.

Hate gotin sepanîna navborî herî pir li Hindistanê tê bikaranîn û bi vê vîrûs di 15 milyon telefonan geriyaye. Bi vê vîrûsê her wiha agahiyên şexsî, hesabên bankayan jî têne bidestxistin.
Tê gotin vîrûsê xwestiye ku di ser Google 'appstore' re berbelav bibe lê bi ser neketiye.