Germahiya global: Zêdebûna bi 0,5 pileyî jî felaket e

Germahiya global ku pirsgirêka herî girîng a paşeroja dinyayê ye, eger tenê 0,5 pileyî jî zêde bibe wê tenê li Çînê her sal bi deh hezaran mirov jiyana xwe ji dest bidin.

Li gorî lêkolîneke ku li kovara Nature Communications hate weşandin, germahiya global wê encamên giran li Çînê biafirîne ku yek ji pênc parên nifûsa dinyayê li Çînê ye.

Di lêkolînê de işaret bi girîngiya hiştina germahiya global di 1,5 pileyî de hate kirin û hate gotin, di rewşeke berevajî de wê her sal bi deh hezaran mirov hîn bêhtir bimirin. Li gorî lêkolînê, eger germahiya global bigihêje 2 pileyî wê her sal derdora 30 hezar mirov jiyana xwe ji dest bidin.

Di civîna bilind a avhewayê COP21 de ya li Parîsê ku sala 2015'an pêk hat, weke armanc hate destnîşankirin ku li gorî germahiya sala 1880'î divê germahî herî zêde 1,5 heta 2 pileyî zêde bibe.

Lê belê sozên ku welatên endam ragihandin nîşan didin ku heta dawiya vê sedsalê wê germahiya global bi 3 pileyî zêde bibe.

Li welatên Ewropayê di sala 2003'an de ji ber germa dijwar derdora 70 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan. Ji ber germahiya zêde di sala 2010'an de derdora 50 hezar kes li rojavayê Rûsyayê bêdem jiyana xwe ji dest dabûn.