Hestiyên heywanê bi guhan ê herî mezin ê dinyayê hate dîtin

Li Kenyayê, hestiyên heywanê herî mezin ê bi guhan ê dinyayê hate dîtin.

Hestiyên heywanê bi guhan ê herî mezin ê dinyayê li Kenyayê hate dîtin. Hate tespîtkirin ku ev guhandar 23 milyon sal beriya niha dijiya û salên dûr û dirêj sax maye. Hate eşkerekirin ku heywanê bi guhan ê qalê tê kirin 7 caran ji şêr mezintir bû û ku 1500 kîlo giran bû.

Bermahiyên diran û hestiyên ji 23 milyon sal beriya niha mane, li Kenyayê hatin dîtin. Tê gotin, bermahiyên hestî û diranê hatiye dîtin, ên mezintirîn heywanê guhandar ê li dinyayê ye.

Navê "Şêrê Mezin ê Efrîkayê" li vî heywanî hatiye kirin. Guhandar 1500 kîlo giran bû û tê gotin ku dikarîbû êrîşî fîl, hîpopotam û heywanên mezin hemûyan bike.

Ji Zanîngeha Dukeyê Matthew Borths got, "Dema ku mirov li diran û kapasîteya wê dinere, dikarin bêjin ku ev heywan goştxurekî gelekî mezin bû."

Tê gotin, Şêrê Mezin ê Efrîkayê bi milyonan salî li dinyayê maye.