'Dibe ku daristan nikaribin xwe di nava 100 salî de nû bikin'

Şewitîna bi sed hezaran hektar daristanên Amazonê ku dema dawî rû da, di rojeva dinyayê de ye. Darên ku hatine şewitandin an jî talankirin ji bo karibin ji nû ve şîn bên û xwe nû bikin pêwîstî herî kêm bi 100 salî û jê zêdetir heye.

Ji Navenda Lêkolînên Hawirdorê ya Helmholz a li Leipzigê Rico Fischer ji kovara Spiegelê re axivî û bal kişand ser zerara mezin a şewata li Amazonan û tevahiya daristanan.

ŞEWATA KU JI BER MIROVAN RÛ DIDE EKO SÎSTEMÊN HESAS TINE DIKE

Rico Fischer ragihand, pirsgirêka herî mezin a şewatan ew e ku ji ber mirovan rû didin û destnîşan kir, şewatên bi vî rengî li dijî eko sîstemên hesas pirsgirêkeke girînge.

Rico Fischer destnîşan kir, tevî qutkirina daran ji bo çandinî ya jî endustriyê, her wiha guhertina avhewayê jî eko sîstem gelekî betilandiye û got, "Di demeke kurt de rêjeyeke bilind a karbondîoksîtê li atmosferê belav bûye. Amazon qada herî mezin a dinyayê ye ku nahêle karbondîoksît li atmosferê belav bibe."

Rico Fischer anî ziman ku bi germahiya global re wê guhertina avhewayê Amazonan bêhtir germ bike, bi vî rengî hişk bike û got, "Tevî vê yekê hejmara şewatan zêde dibe û bi vî rengî gaza bi zerar dibe ku hîn bêhtir li atmosferê belav bibe."

DIBE KU 100 SAL TÊRÊ NEKE KU XWE NÛ BIKIN

Rico Fischer destnîşan kir ku xwenûkirina daristanên baranê dibe ku zêdeyî 100 salî bidome û got, li daristanên Amazonê yên hatine birîn dibe ku ev dem hîn bêhtir dirêj bidome.