Teqîneke mezin a li Rojê ji bo Cîhanê taloke ye?

Anegorî zanyaran li stêrkên mîna Rojê heke teqînên xurt çêbibin, stêrkên ciwan û yên mîna Rojê ku ji berê de hene wê ji vê karîger bibin.

Di civîna 234'an a Mclîsê de ya Yekîtiya Astronomiya Emerîkayê, ku li Saînt-Louîsê pêk hat, zanyaran karîgera teqînên xurt ên mîna Rojê, ku jê re ''flare super'' tê gotin, yên li ser stêrikên din, çespandin.

Anegorî zanyaran ev teqîn, hem dikare dest li stêrkên aktîf û ciwan bide û hem jî dikare li ser yên berê jî karîger bibe. Ev jî nîşan dide ku tiştekî wiha dikare bi serê Rojê were.

Heke mirov bala xwe bide ser çera teq3inan, teqîna dîtir wê 2023-2024'an bibe. Teqîna li Rojê dibe ku çend deqe yan jî çend saetan bidome.

Zanyar ji bo ku bigihin vê encamê, li avaniya 43 stêrkan nerî ku temenê wan nêzî yên Rojê ne. Di encamê de ev tespît hate kirin: Li wan stêrikên mîna rojê, teqînên xurt dikarin bandorê li ser stêrikên temendirêj jî bikin.

Ji ber teqîna li Rojê ya 2017'an li Ewropa û Emerîkayê torên telefonên asteng bûbûn.