Exoskeletona ku fermana mêjî fêhm dike hate çêkirin

Zanyarên Fransiz 'exoskeleton'ek ku sînyalên mêjî dişîne ser kompîtirê û bikaribe mirovên astengdar bimeşînin, hate çêkirin.

Li gorî encama lêkolînê, ku di kovara The Lancet Neurologyê de weşiyaye, fonksiyona robotê ku li ser mirovekî ji jêr ve şeht hatî ceribandin, 'exoskeleton' (qaqûtê pêvek) têra xwe pêşketî ye.

Diyar bû ku exoskeleton ku fermanên mêjî bi rêya sinyalan vediguhezîne ser kompîtirê, van sinyalan bi elektroteke ku li jora mêjî hatiye bichikirin dişîne.

Hate parvekirin ku ev elektrot dikare ramanan bixwîne û van veguhezînê exoskeletonê.

Diyar bû ku xebata pisporan a li laboratuwara bi navê Clînatec û nexweşxaneya bi navê CHU Grenoble ya li bajarê Grenoble Fransayê, li ser ciwanekî 28 salî hatiye ceribandin, ku ji mêj ve ye nikarîbû ji milê xwe û jêr ve bilebitîne.

Tê gotin atêleteke bi 64 elektrotan hatiye çêkirin, ku sinyalên mêjî dikare bişîne exoskeletona ku dest û paqên mirovê nexweş dipêçe. Tê diyarkirin algorîtmaya ku bi vê çarçoweyê hatiye pêşxistin, sinyalên mêjî dikare 'veguherînê fermanê''.