NASA: Dibe ku 2024'an astronot ji bo Heyvê werin şandin

NASA got dibe ku 2024'an astronotan bişînin peyka cîhanê, Heyvê.

Dîrektorê Giştî yê Ajansa Hewavanî û Fezayê ya Emerîkayê (NASA)  Jîm Brîdenstîne got hedefa Qesra Spî ku, ''Heta 2024'an astronotan bişînin Heyvê'' pêkan e.

Brîdenstîne li fuara hewavaniyê ya li bajarê Bourger a Fransayê axivî û got, NASA ji bo xebatên ku astronotan bişînin serê Heyvê pêdivî bi bûdçeyeke zêdek heye, ya bi qasî 20-30 milyar dolarî.

NASA di plansaziyên xwe de, yên beriya niha, ji bo projeya ku astronotan bişînin serê Heyvê pêşbîniya sala 2028'an kiribû. Lê Adarê Qesra Spî xwestibû ku NASA herî derreng 2024'an astronotên Emerîkî bişîne Heyvê.

Cara pêşî astronoê Emerîkî Neîl Amstrong bi amûra fezayî ya bi navê Apollo 11 1969'an çûbû serê heyvê.