Dermanê li dijî extiyariyê

Di encama lêkolînekê de zanyaran dermanek keşif kirin ku dikare bandora extiyariyê biguherîne.

Ji Zanîngeha Kaliforniya ya DYE'yê pisporan salekê her roj derman da şeş kesan. Li gorî encamên vê lêkolînê ku li kovara Nature hatin weşandin, rawestandina extiyariyê li aliyekî temenê kesên ku derman ji wan re hate dayin bi 2.5 salan ciwantir bû.

Sîstema xweparastina beden a wan kesan di nava wê demê de xurtir bû.

Ji lêkolîneran Steve Horvart diyar kir, dema ku wan dest bi ceribandinê kirin ew li bendê bûn ku extiyarê rawestînin û kes ne li bendê bû ku mirov hîn ciwantir bibin.

Lê belê zanyar bi gumanbarî nêzî encamên lêkolînê dibin, ku hîn lêkolîn li pîvanên zanistî nayê.

Nehate eşkerekirin ku dermanên hatine bikaranîn kîjan derman in. Lê belê tê gotin ku yek ji sê dermanan dermanên li dijî hormonê mezinbûnê û du jî li dijî nexweşiya şekir e.

Di dema bê de wê zanyar bi komeke hîn berfirehtir lêkolînê dubare bikin.