Helîkoptera Marsê bi wesayîta keşfê ve hate girêdan

Piştî ceribînên serketî ya Helîkoptera Mars a NASA ya ji bo seyaheta li gel Mars 2020’an plan dikir û şûnde, bi wesayîta keşfê ve hate girêdan.

NASA navê ‘The Mars Helîcopter’ li vê amûra bê mirov kir.  Helîkopter wê li gel wesayîta keşfê ya 2020’an bigere.

Projeya firîna vê helîkopterê ya li gerekstêrkek cuda ji sala 2013’an û vir ve tê pêşxistin. Sala 2018’an ev proje fermî bû.

Piştî testên serkeftî yên firînê yên bi şertên dişibin Marsê û şûnde, helîkopter bi wesayîta keşfê ya 2020’ê ve hate girêdan.

Di dema danîna ser Marsê wê qepaxek helîkopterê biparêze. Dema mîsyon hate dayîn wê dest bi tevgerê bike. Dema endezyaran ji bo firîna ceribandinê ciheke baş dîtin, wê rê bêdayîn ku balafir bifire. Helîkopter wê ji cîhanê bê kontrolkirin û bi demkî firînên keşfê bike.

Helîkoptera ku wê Tîrmeha  2020’an bi wesayîta fezayî ya Mars 2020 ve hatî girêdan, wê ji cîhanê rabin û Sibata 2021’ê bigihêje Marsê. Eger ev bi serketî encam bigire, wê NASA modelên hê mezintir çêbike, wê vê carê ji bo karekterên zanistî bikar bîne.