Li Kopenhagenê pîrozbahiya salvegera 46'emîn a damezrandina PKK'ê
Salvegera 46'emîn a damezrandina PKK'ê li paytexta Danîmaka Kopenhagenê bi coşeke mezin hate pîrozkirin.
Salvegera 46'emîn a damezrandina PKK'ê li paytexta Danîmaka Kopenhagenê bi coşeke mezin hate pîrozkirin.
Pîrozbahiya li paytxet Kopenhagenê bi nîşandana sînevîzyonê destpê kir û piştre bi xwendina peyama Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) dewam kir.
Hevserokê Giştî yê KONGRA GEL Remzî Kartal li ser sîstema qirkirin, êşkence ya Îmraliyê, êrîşên çeteyên dewleta Tirk ên li ser helebê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî.
Kartal salvegera 46'an a damezrandina PKK'ê pîroz kir û got, "Em ê li ser şopa Rêberê xwe, li ser şopa xeta Hayrî, Mazlûm û Hakî Kareran bin. Em ê ala azadiyê ya ku wan ji me re hiştin bi ser bibxînin. Damezrandina PKK'ê eniyeke mirovahiyê ye ku maf, hiqûq, azadî û wekhevî lê heye. Paradîgmaya Rêberê me ya li ser bingeha azadiya jinê, jineolojî afirand. Jinan çeteyên herî barbar ên serdemê DAÎŞ têk birin û nafê xwe bi tîpên zêrîn li dîrokê nivîsandin, serketineke mezin bi dst xistin. Afirînerê felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' Serok Apo silav dikim."
Girseya gel jî bi dirûşmên 'Bijî Seork Apo', 'Jin, Jiyan, Azadî', 'Bijî PKK' coşa xwe nîşan da.
Piştre hunermend Pinar Aydinlar, Sînan Ayaz, Şerîf Omerî û Mizgîn derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.