Rapora kanserê ya li Fransayê: Mirin kêm bûye

Li gorî rapora hevpar a Enstîtuya Kanserê ya Neteweyî ya Fransayê (INCa) û Ajansa Tenduristiyê ya Neteweyî, tevî ku hejmara mirovên li Fransayê bi kanserê ketine zêde bûye, rêjeya mirinê kêm bûye.

Li gorî raporê ku bûyerên kanserê yên navbera salên 1990-2018'an ên li Fransayê lêkolîn kir, li Fransayê ku nifûsa xwe 66 milyon mirov e salane derdora 400 hezar nexweşên kanserê tên tespîtkirin. Tevî ku hejmara nexweşên kanserê zêde bûne jî rêjeya mirinê kêm bûye.

BI SAYA TEŞHÎSA ZÛ TÊ KIRIN MIRINA JI BER KANSERÊ KÊM DIBE

Li gorî raporê her çend hejmara mirovên bi kanserê dikevin zêde dibe, bi saya teşhîsa ku zû tê kirin gelek nexweşên kanserê ji nexweşiyê rizgar dibin. Sala 2018'an 58 hezar 400 nexweşên nû yên kansera sîngê hate tespîtkirin, ji sala 1990'î û vir ve rêjeya salane ya mirina mirovan ji ber vê cûreyê kanserê bi rêjeya 1,3 kêm bûye. Tê gotin ku bi saya teşhîsa zû ya vê cûreyê kanserê rêjeya mirinê kêm dibe.

HERÎ ZÊDE MIRINA JI BER KANSERA QIRIKÊ KÊM BÛYE

Li gorî raporê di navbera salên 1990-2018'an de hejmara mirovên ji ber kanserê salane her kêm bûye. Mirina ji ber kansera qirikê di nava mêran de salane derdora rêjeya 6,3 ji sedî, di nava jinan de jî 2,4 ji sedî kêm bûye.

Rêjeya mirina jinan a ji ber nexweşiyên kanserê di cûreyê kansera tîroît de bi 3,4 ji sedî, di kansera malzarokê de 2,1 ji sedî kêm bû. Di nava mêran de jî mirina ji ber kansera lêv, dev û qirikê 3,5 ji sedî, ya mîdeyê 2,9 ji sedî û ya prostatê jî 2,8 ji sedî kêm bûye.

Li gorî raporê kêmkirina bikaranîna alkol û çixareyê di kêmbûna mirinê de bi bandor e.