Her sal 1400 gotarên zanistî nayên qebûlkirin

Li gorî bloga bi navê Retraction Watch ku ji bo şopandina gotarên zanistî ava bûye, her sal 1400 gotarên zanistî ji ber ku ne li gorî krîteran e nayên qebûlkirin.

Ji pisporên Retrachtion Watch Ivan Oransky tevlî konferanseke li Lozanê bû ku rojnamevanên di qada zanistî-teknîkê de dixebitin beşdar bûn. Oransky diyar kir, bi saya pêşketina teknolojiyê kêmasiyên di gotarên zanistî de bi hêsanî tên tespîtkirin.

Oransky anî ziman di sala 2000'î de hejmara gotarên ku hatin redkirin derdora 40 gotarî bû, lê di sala 2016'an de bû 1600 gotar ku nehatin pejirandin. Oransky diyar kir, balkêş e ku li gel zêdebûna hejmara gotaran her wiha hejmara gotarên nayên pejirandin jî zêde ye.

Oransky diyar kir ku heta niha wan 19 hezar gotarên ku nehatine pejirandin kom kirine û got, "Tevî ku zanistî baş kar dike, di asta tê xwestin de nikare xwe sererast bike."

Oransky bi taybetî bal kişand ser kêmasiyên ku di gotarên zanistî de tên kirin û anî ziman, bi giranî krîterên zanistî ji nedîtî ve tên û gotar bi lêkolînên xeyalî tên amadekirin.

Li gorî Ivan Oransky yek ji pirsgirêkên herî girîng jî ew e ku gotarên nayên pejirandin hîn jî dikarin bên peydakirin û got, divê ev gotar li ti deverê neyên weşandin an jî agahî bên parvekirin ku gotar nehatiye pejirandin.