ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Cenazeyê şehîdên Reqa û Minbicê bi merasîmekê spartin axê
Welatiyên Kantona Kobanê cenazeyê 2 şervanên azadiyê yên ku li Minbic û Reqayê şehîd bibûn, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dicle spartin axê. -
Bagera Cizîrê: 4 gund hatin rizgarkirin, 67 çete hatin kuştin
Şervanên QSD'ê, di encama şerekî giran de 4 gundên li nêzî bajarokê Hecînê rizgar kirin. Di vî şerî de 67 çeteyên DAÎŞ'ê hatin kuştin. -
Li derdora Îdlibê şer diqewime
Artêşa Sûriyeyê bi piştgiriya Rûsyayê berê xwe da wîlayeta Îdlibê. Li ser sînorê vê wîlayeta li bakurê rojava şer qewimî. -
210 ciwanên din tevlî nava refên QSD’ê bûn
Tevlêbûna ciwanan a li Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) didome. 210 ciwanên ku perwerdehiya xwe ya leşkerî qedandin tevlî nav refên QSD’ê bûn. -
Li Minbicê teqîn
Li Minbicê, ji ber êrîşa çeteyekî Tirkiyeyê, 2 wezîfedarên ewlekariyê jiyana xwe ji dest dan. -
Sala 2017'an hevsengiyên leşkerî yên li Sûriyeyê guherîn
Sala 2017'an li Sûriyeyê hevsengiyên siyasî û leşkerî bi giranî guherîn. Bi deh hezaran kes mirin û hilweşîna aboriyê jî dewam kir. -
Cenazyên 4 şervanên QSD’ê li Tebqayê spartin axê
Cenazeyên 4 şervanên QSD‘ê yên di operasyona paqijkirina bajarê Reqayê di encama teqîna mayînê çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bibûn, bi merasîmeke bi heybet ve li Goristana Şehîdan spartin axê. -
Gelê Dêra Zorê li dijî daxuyaniyên rejîmê ya têkildarî QSD'ê meşiyan
Gelê Dêrazorê bi pêşengtiya Meclîsa Sivîl a Dêra Zorê li bajaroka Cezra li dijî rejîma Sûriye û daxuyaniyên wê yên li hember QSD’ê meşiyan. -
Ji ber teqîna mayînê jinek ciwan jiyana xwe ji dest da
Li Reqayê di encama teqîna mayînên çeteyên DAIŞ’ê danîn de jinek ciwan jiyana xwe ji dest da. -
Şervanên QSD'ê nêzî bajarokê Hacinê bûn; 15 çete hatin kuştin
Di pêngava Bagera Cizîrê de şervanên QSD'ê xwe gihandin dora bajarokê Hacinê ku li bakurê El Bûkemal e. -
Cenazeyê 5 şervanên QSD’ê bi merasîmeke heybet hate veşartin
Li navçeya Eyn Îsa, cenazeyê 5 şervanên QSD‘ê yên di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn bi merasîmeke bi heybet hate veşartin. -
Bagera Cizîrê: Gundê Sineyda hate rizgarkirin, 30 çete hatin kuştin
Şervanên Pêngava Bagera Cizîre gundê Sineydayê rizgar kirin û 30 çete hatin kuştin. -
Rêveberiya Xweser alîkarî da Meclîsa Dêra Zorê
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê bi 350 milyon Lîreyê Sûriyeyê alîkariya darayî da Meclîsa Sivîl a Dêra Zorê. -
Nasnameya endamekî RMCO hate eşkerekirin
RMCO bi daxuyaniyekê ragihand ku endamê wan ê bi navê Egîd Elî dema ku li Reqa li ser erka xwe bû di encama teqîna mayînekê de şehîd bûye. -
Li Til Hemisê cenazeyê Etela Hisên spartin axê
Welatiyên navçeya Til Hemîsê, cenazeyê şervanê YPG’ê Darî Etela Hisên (Şoreş Hudeybiya) bi merasîmekê li Şehîdgeha Şehîd Raxib El-Etiya ya li gundê Salihiyê spartina axê. -
Welatiyên Tebqa ji bo Esad gotin: Em hemû şervanên QSD’ê ne
Welatiyên Tebqayê nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Beşar Esed a ji bo QSD’ê dayî kir û gotin: “Em hemû şervanên QSD’ê ne, yên bêjin QSD’ê xayîn, hemû gel weke xayin pênase dike.” -
Li Rojava çalakiyên ji bo ewlehî û tenduristiya Ocalan didomin
Pêkhateyên Til Temir ji bo ewlehî û tenduristya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan û banga azadiya Ocalan kirin. -
YPG’ê tugaya 11’an li Efrînê ava kir
YPG’ê li Kantona Efrînê avakirina tugaya 11’emîn ragihand. -
Cenazeyê şervanê YPG’ê Xebat bi merasîmekê hate veşartin
Welatiyên Hesekê û gundên wê cenazeyê şervanê YPG’ê Mihemed El-Ebid (Xebat) ku xwediyê 15 zarokan bû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar spartin axê. -
Pîskoposê Dêra Zorê û Hesekê: Bila li Sûriyê aştî çêbibe
Pîskoposê Dêra Zorê û Hesekê Morîs Emsîh cejna Noelê ya gelên Sûriyê pîroz kir û got, "Em dixwazin ku pêxemberê aştiyê Hezretî Îsa bereketê bîne welatê me, ji gelê me û hemû mirovahiya bawermend re û dawî li şer bîne." -
YPG'ê jina Rûs a ji DAÎŞ'ê rizgar kir, radestî rayedarên Rûs kir
Jineke Rûs û 3 zarokên wê ku ji aliyê hêzên YPG/YPJ'ê ve ji çeteyên DAÎŞ'ê hate rizgarkirin, li Efrînê radestî rayedarên Rûsyayê hatin kirin. -
Hevserokên Meclîsa Herêma Sirînê hatin hilbijartin
Hevserokên Meclîsa Herêma Sirînê ya Bakurê Sûriyeyê duh hatin hilbijartin. -
Li Efrînê cenazeyê şehîd Dilbirîn spartin axê
Welatiyên Katona Efrînê Cenazeyê şervanê YPG’ê Enwer Mirzo (Dilbirîn) bi merasîmekî heybet li Goristana Şehîd Refîq spartin axê. -
Cenazeyê şervanê YPG’ê Menecîr hate veşartin
Welatiyên Hesekê cenazeyê şervanê YPG’ê Azad Menecîr ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Rûstem Cûdî ya li gundê Berkevirê veşartin. -
Balafirên bê mirov ên Tirk Girê Qestelê bombe dikin
Balafirên keşfê yên bê mirov ên artêşa Tirk girê Qestel Cindo yê girêdayî Şerayê bombe dikin.