Li Efrînê cenazeyê şehîd Dilbirîn spartin axê

Welatiyên Katona Efrînê Cenazeyê şervanê YPG’ê Enwer Mirzo (Dilbirîn) bi merasîmekî heybet li Goristana Şehîd Refîq spartin axê.

Bi sedan wekatiyên Kantona Efrînê cenazeyê şervanê YPG‘ê Enwer Mirzo (Dilbirîn) ê ku 25‘ê Kanûnê dema li ser eka xwe bû li Girê Barîn ê gundê Îskayê yê navçeya Şêrawa şehîd bû, ji Nexweşxaneya Avrîn a kantona Efrînê wergirtin.

Girseya ku wêneyên şehîd Dilbirîn, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG/YPJ‘ê û TEV-DEM‘ê hilda bûn bi karwanekî wesayîtan  ber bi Goristina Şehîd Refîq a li gundê Matîna ya navçeya Şerawave bi rê ketin.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ya aliyê şervanên YPG/YPJ ve despê kir. Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Şêrawa Mehhmûd Cafo, li ser navê Fermandariya YPG’ê Sadiq Havîdî û li ser navê malbatê jî xwişka şehîd Şêraz axivîn.

Axaftivanan sersaxî ji malbatên şehîd re xwest û qehremaniya wan a ji bo parastina herêmê destnîşan kirin. Di axaftinan de banga xwedîderketina li nirxên şehîdan hate kirin.

Piştî axaftinan nasnameya şehîd Dilbirîn hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Welaityan cenazeyê şervanê YPG’ê Dilbirin bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û tilîliyên dayikan spartin axê.