Li Rojava çalakiyên ji bo ewlehî û tenduristiya Ocalan didomin

Pêkhateyên Til Temir ji bo ewlehî û tenduristya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan û banga azadiya Ocalan kirin.

Bi hezaran welatiyên herêma Til Temirê û gundên herêma Kezwan ên girêdayî Kantona Hesekê bi hemû pêkhateyên wê ve ji bo protestokirina tecrîda û agaiyek ji rewş û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigirin daketin qadan.

Girseya ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, al û sembolên şoreşa Rojava û Tevgera Azadiya Kurdistanê bilind kirin, her wiha pankartên bi nivîsên ku sîstema Îmraliyê şermezar dike û banga azadiya Ocalan dike bilind kirin, li pêşiya navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajêr kom bûn.

Meş ji pêşiya navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan dest pê kir û ber bi kolanên sereke yê bajar geriya. Girseyê di wê navberê de bi yek dengî bang kirin “Bê serok jiyan nabe, azadî azadî ji bo Rêberê Netewî , bimire Erdoganê faşîst” her wiha tiliyên azadiyê bilind kirin qîr dikirin.

Meş li qada fitboolê ya Şehîd Bilind veguherî mîtîngekê û bernameya mîtîngê bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir.

Piştre jî li ser navê Kongreya Star Welîda Botî axivî û bal kişand ser asta tecrîdê ya li Îmraliyê û wiha got: “Tecrîda li ser Rêber Apo ya ku ji berî 18 sal e didome, tecrîdek li dijî tevahî mirovatiyê ye. Ev tê wateya ku dewleta Tirk azadiya mirovahiyê dike hedef. Bila dewleta Tirk û hemû hêzên dij mirovahiyê bizanibin nêzîkatiyên li dijî Rêbertiya me tê kirin di heman demê de tê wateya li dijî me jî. Eger ku îro hemû pêkhate li ser xaka Sûriye dijî bi saya raman û felsefeya Rêbertiya me ye.”

Dîsa li ser navê partiyên siyasî yên bajarê Til Temir Rêvebirê Partiya Demokartîk a Kurd li Sûriyê, Îsmaîl Hec Ferhan jî axivî û bal kişand ser keda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Ocalan bi raman û felsefeya xwe ne tenê ji bo Kurdan xizmetê dike heman demê ji bo hemû gelê bindest ê Rojhilata Navîn kedekî mezin dide. Heta dawiyê em li gel têkoşîna wî û rêça dayî xêzkirine.”

Li ser navê gelên Ereb Xelef EL-Nehar axivî û destnîşan kir ku ew ji bo azadiya Ocalan ji çiyayên Kezwan hatine û tevlî meşê bûne da ku ji cîhanê re isbat bikin ku Rêber Ocalan ne tenê Rêberê Gelê Kurd, lê belê Rêberê gelê Ereb e jî. El-Nehar got: “Divê hemû gelê Ereb li dijî faşîzma Erdogan rabin ser lingan û banga azadiya Ocalan dikim.”

Mîtîng bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok jiyan nabin’ ve bidawî bû.