Ji ber teqîna mayînê jinek ciwan jiyana xwe ji dest da

Li Reqayê di encama teqîna mayînên çeteyên DAIŞ’ê danîn de jinek ciwan jiyana xwe ji dest da.

Li bajarê Reqa yê ku ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve hate rizgarkirin, xebata paqijkirina mayînan a ji aliyê Tîmên Mayînan ve bi hemû leza xwe dewam dike, li hinek deverê bajêr ji ber bi aramî tevger kirin welatiyên sivîl di be sedem ku ji ber teqîna mayînan jiyana xwe ji dest bidin an jî birîndar bibin.

Yek ji mayînên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû danîn duh teqiya jinek ciwan ku navê wê nehate zanîn jiyana xwe ji dest da. Welatiyê Reqayê ji bo cenaze bê naskirin bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Wetenî ya li Girê Spî.

Hêzên ewlekariyê yên li navçeya Eyn Îsa ya girêdayî Kantona Girê Spî, ji bo welatiyên têkildarî jina ciwan agahiyên wan hebin daxwazî navendên ewlekariyê kirin.