Cenazeyê şervanê YPG’ê Xebat bi merasîmekê hate veşartin

Welatiyên Hesekê û gundên wê cenazeyê şervanê YPG’ê Mihemed El-Ebid (Xebat) ku xwediyê 15 zarokan bû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar spartin axê.

Şervanê YPG’ê Mihemed El-Ebid bi nasnav Xebat 19’ê Kanûna 2017’an di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bû. Bi sedan welatiyên Hesekê û gundên wê cenazeyê şehîd Xebat ji navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ve bi rê ketin.

Li rêya ketina goristanê girseya gel cenazeyê şervanê YPG’ê Xebat li ser milê xwe kirin û heta goristanê meşiyan. Li goristanê ji bo cagoriyên azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanên YPG’ê ve merasîmekî leşkerî hate lidarxistin.

Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ehmed Esed, li ser navê Rêveberiya Xweser Hevserokê Desteya Karûbarên Civakî Dijwar Ehmed û li ser navê YPG’ê Îbrahîm Hesekê axivîn.

Axaftacanan sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û wiha gotin; “Bi saya têkoşîna şehÎdan gelê herêmê herêmên xwe azad kirin û pirsgirêkên xwe çareser kirin. Hêzên YPG’ê wê heta dawiyê parastina herêm û deskeftiyên bi saya şehîdan hatine bidestxistin bike.”

Piştî axaftin bi dawî bûn, nasaneya Şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şehîd Xebat bi dirûşmeyan spartin axê.

Şehîd Xebat zewiciye û bavê 15 zarokan e, lê tevî barê malbatê yê giran jî berê xwe da qadên berxwedanê û di sala 2016’an tevlî hêzên YPG’ê bû.