Welatiyên Tebqa ji bo Esad gotin: Em hemû şervanên QSD’ê ne

Welatiyên Tebqayê nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Beşar Esed a ji bo QSD’ê dayî kir û gotin: “Em hemû şervanên QSD’ê ne, yên bêjin QSD’ê xayîn, hemû gel weke xayin pênase dike.”

Welatiyên Tebqayê li dijî daxuyaniya Lîderê Rejîma Sûriye Beşar Esad a ji bo QSD’ê dayî, nerazîbûnên xwe diyar kirin û daketin qadan.

Îro li bajarê Tebqa li dijî daxuyaniya Serokê Rêjîma Sûriyeyê Beşar Esed ku tê de Hêzên Sûriyeya Demokratîk wekî “xayîn” tewanbar kiriye bi hezaran kesên ji bajarê Tebqa û herêmên derodra wê derketin xwepêşandanan.

Welatiyan ji van herêman ji îro sibehê ve herikîn Stadgeha El-Xaz a nêzî Çerxeriya Şehîdan a bajarê Tebqayê û ji wir dest bi xwepêşandanê kirin.

Xwepêşandaran ku alên QSD, MSD, Meclîsa Jin a Sûriyeyê, Meclîsa Ciwanên Sûriyeyê, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê rakirin û bankêrtên şermezarkirina daxuyaniya Beşar El-Esed vekirin.

Xwepêşandan piştî ku gihişte Çerxeriya El-Elem a nêzî Goristana Şehîdan li wir veguherî mitîngê.

Li wir Hevseroka Meclîsa Zagonsaz Rewşen Hemê bi Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê daxuyaniyek xwend.

Daxuyaniya Rêveberiya Sivîl wiha ye:

“Em bi tundî daxuyaniyên vê dawiyê yên Serokê Rêjîma Sûriyeyê Beşar Esed ku exlaq ji xwe re nehiştiye, hêzên bi xiyanetê tewanbar dike şermezar dikin. Tevahiya cîhanê jî dizane ku van hêzan li Sûriyeyê şerê terorê kiriye û karîbû gelê Sûriyeyê bike yek.”

Li Tebqayê Kurd û Ereb bi hev re xebatên xwe bi rê ve dibin û di yek xendekê de ne. Yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk wekî xayîn bi nav bike tê wateya ku tevahiya pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan û Turkmen wekî xayîn bi nav dike. Em piştgiriyê didin Hêzên Sûriyeya Demokratîk û dibêjin em ê li ser rêya têkoşîna wê bin.

Daxuyaniya ku Serokê Rêjîma Sûriyeyê Beşar Esed daye daxuyaniyeke bêyî berpirsyartî ye û armanc jê ew e ku aloziya li Sûriyeyê kûrtir bibie.

Em hemû jî dizanin ku bajarê Tebqa bi êrîşên terorîst re rû bi rû hatibû. Em dizanin ku bi hevrêziya li gel rêjîma Sûriyeyê ev êrîş pêk dihatin. Rêjîmê bajarê Tebqa berda û di destê komên çekdar de hişt. Wan koman jî piştre bajar radestî çeteyên DAIŞ’ê kir. Piştî bendewariyeke demdirêj Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi hawara me ve hatin. Di nava hêzên QSD de bi sedan ji keç û xorên Tebqayê hebûn. Wan keç û xortan bi xwîn û tiştê her girabuha bajarê me rizgar kirin. Ji ber vê çendê em tu carî qebûl nakin ku Esed vê hêzê wekî xayîn bi nav bike.

Li ser vî esasî em dibêjin ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) nûnertiya me dikin û gelek zarokên me di nav de hene. Em ê di bin sîwaneya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk de li gel Hêzên Sûriyeya Demokratîk karê xwe dewam bikin. Em ê bi hev re Sûriyeke yekgirtî li se bingeha biratiya gelan ku tê de hemû pêkhate, netew, ol û bawerî cihê xwe bibînin, ava bikin.

Em bi vê mebestê bang li tevahiya beş û pêkhateyên gelê xwe dikin ku li derdora Hêzên Sûriyeya Demokratîk bicivin û di nava refên wan de cih bigrin.

Em hemû şervanên QSD’ê ne

Em hemû berpirsên MSD’ê ne

Em hemû azadxwazên Sûriyeya yekgirtî û demokratîk in

Her gotineke li dijî QSD’ê gotineke li dijî gelê me ye.”

Piştî daxuyaniya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk hate xwendin, li ser navê Meclîsa Jin a Tebqayê jî Fatima El-Elî daxuyaniyek xwend.

Fatima El-Elî got: “Bi navê jina têkoşer û zana ku rola xwe ya siyasî, çandî û civakî nas dike, bi navê jina leheng li qadên berxwedaniyê li dijî terora DAIŞ’ê sekinî û rêhê xwe fedayî welatê xwe yê ezîz kir, em daxuyaniyê Esed red dikin û şermezar dikin. Em her gotineke li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li dijî tevahiya pêkhateyên gelê xwe dibînin.”

Li ser navê Meclîsa Lihevanîna Eşîreyan a Tebqayê jî Şêx Ehmed Ewad El-Hisên got: “Em ji bo şer dibêjin êdî bes e. Divê em li kêleka gelê xwe bin, bi hev re bin û li hemberî terora li dijî welatê xwe bibin destek. Em di yek xendekê de bin û nehêlin kes nêzî xaka me bibe. Em gelê Sûriyeyê ne û ti carî xiyanetê bi hev re nakin.”

Di dawiyê de daxuyaniya Ciwanên Bajarê Tebqayê ji aliyê Hevseroka Komîteya Ciwan û Werzîşê Minewer El-Edad hate xwendin.

Minewer got: “Em daxuyaniyên Beşar Esed şermezar dikin. Kesên ku navê xiyanetê li me dikin bila binêrin bê wan çi aniye serê gelê Sûriyeyê. Dema ku serê ciwanên Sûriyeyê dihate jêrkirin û xwîna wan li her derê xaka welat belav dibû, ew bê deng bûn û wan tiştek nekir. Me ji bo rizgarkirina xaka welatê xwe xwîn daye, tu çawa navê xiyanetê li me dike?”