Cenazeyê şervanên QSD’ê Kobanê û Terbûş li Kobanê hatin veşartin
Cenazeyê şervanên QSD’ê Henîf Kobanê û Mistefa Terbûş ên ji ber nexweşiya giran şehîd bûbûn, li Pakrewangeha Şehîd Dicle hatin veşartin.
Cenazeyê şervanên QSD’ê Henîf Kobanê û Mistefa Terbûş ên ji ber nexweşiya giran şehîd bûbûn, li Pakrewangeha Şehîd Dicle hatin veşartin.
Cenazeyê şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Henîf Kobanê (Henîf Ehmed Nebî) û Mistefa Terbûş (Mistefa Îbrahîm Terbûş) ên di 8’ê Hezîrana 2025’an de ji ber nexweşiya giran şehîd bûbûn, li Pakrewangeha Şehîd Dicle hatin veşartin. Bi sedan şêniyên Kantona Firatê, endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xwerser tevlî merasîmê bûn.
Di merasîmê de berdevka Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Kantona Firatê Eyşe Efendî sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xweset û bejna xwe li hember darbestên her du şehîdan tewand. Eyşe Efendî diyar kir ku her du şehîd bi hemû hêza xwe têkoşîn kirin û heta kêliya dawiyê li ber xwe dan û got: "Em bi şehîdên xwe serbilind in. Şehîd Henîf û Mistefa bê dudilî têkoşîn kirin û ji bo azadiya xwe û azadiya gelê xwe li ber xwe dan. Divê em jî xwedî li têkoşîna wan derkevin û şopdarê rêça wan bin."
Keça şehîd Henîf, ku endama Fermandariya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ya Kantona Firatê ye, Dicle Ehmed anî ziman ku ew bi şehîdên xwe serbilind in û wiha got: "Di şexsê her du şehîdan de em bejna xwe li hember darbestên wan de ditewînin û em ê her tim xwedî li mîrasa şehîdên xwe derkevin û şopdarê rêya wan bin. Em ê ti carî xwîna şehîdên xwe li erdê nehêlin û têkoşîn bikin heta ku em digihêjin serkeftinê."
Endamê Meclîsa Leşkerî ya Kobanê Mehmûd Mehmûd diyar kir ku ew ti carî keda şehîdên xwe li erdê nehêlin û wê her tim têkoşîn bikin û li ber xwe bidin heta ku ew bigihêjin asta serkeftinê û got: "Em ê şopdarê rêça şehîdên xwe bin û ala serkeftinê hildin jor û em ê xewn û xeyalên şehîdên xwe pêk bînin."
Piştî axatinan wesîqeyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyên her du şehîdan bi tilîlî û dirûşmeya "Şehîd namirin" hatin veşartin.