YPG'ê jina Rûs a ji DAÎŞ'ê rizgar kir, radestî rayedarên Rûs kir

Jineke Rûs û 3 zarokên wê ku ji aliyê hêzên YPG/YPJ'ê ve ji çeteyên DAÎŞ'ê hate rizgarkirin, li Efrînê radestî rayedarên Rûsyayê hatin kirin.

Jina bi navê Amibula Hamisbiyeva Danuyevna, dema ku tevî 3 zarokên xwe hewl dida ji çeteyên DAÎŞ'ê bireve ji aliyê hêzên YPG/YPJ'ê ve hate rizgarkirin.

Danuyevna tevî 3 zarokên wê duh li Efrînê radestî rayedarên leşkerî yên Rûsyayê hatin kirin.

Danuyevna sala 2014'an tevî malbata xwe û zarokên xwe, bi rêya Tirkiyeyê derbasî Til Ebyadê bibû. Jina Rûsî ya ku li Tebqa, Mûsil û Dêra Zorê ma, ji aliyê çeteyan ve ji malbata xwe hatibû veqetandin û du caran hatibû zewicandin. Piştre mirina çeteyê bi zorê pê re hatibû zewicandin, reviya û berê xwe dide malbata hevjînê xwe yê ku li Ezazê dijî.

Danuyevna dema ku dixwest bireve û xwe bigihîne rayedarên Rûsî, ji alî YPG/YPJ'ê ve hate rizgarkirin. Danuyevna tevî 3 zarokên xwe duh li Navenda Koordînasyona Hevbeş a Operasyonan ya YPG û artêşa Rûs, radestî rayedarên leşkerî yên Rûsyayê hate kirin.

Jin tevî 3 zarokên xwe ji bo vegere welatê xwe ji Efrînê bi rê ketin.

Danuyevna anî ziman ku piştî esareta bi salan ew pirr kêfxweş e û spasiya YPG'ê û artêşa Rûs kir.