Li Efrînê çeteyan êşkence li malbetekî kirin û mala wan talan kirin

Çeteyên dewleta Tirk li gundê Bîbaka a Efrînê di saetên şevê de bi ser malekî de girtin û êşkence li Fayiq Hebeş û hevjîna wî Emîne Îsa kirin. Çeteyên ku malê talan kirin, xwediyên malê girêdan û heta siharê girtin.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker êşkence li  welatîyê bi navê Fayiq Hebeş (60) û hevjîna wî Emîne Îsa yên ji gundê Bîbaka yê bajarokê Bilbilê yê Efrîna dagirkirî, kirin.

Li gorî çavkaniyên xwecihî yên pêbawer, çeteyan bi ser mala welatî Fayiq Hebeş de girt û li wî dan, dest û lingehên wî girê dan û mala talan kirin.

Heman çavkaniyan diyar kir ku dema hevjîna Fayiq, Emîna Îsa hewl dida hevjînê xwe ji dest çeteyan xelas bike, serê wê ji ber lêdanê şikestiye, rewşa wê ne baş e û emeliyet jî kirine. Çeteyan dest û lingê wê jî girê da û heta saetên sibehê wisa ma.

Fayiq û hevjîna xwe nêzî salekê ji Helebê vegeriyane gundê xwe, lê her çeteyan gefên şantajkirinê lê xwarine.

Beriya çend rojan dengê muxtarê gundê Bîbaka hatibû belavkirin. Di wî dengî de hişyariya ku divê welatiyên Kurd ên vê dawiyê vegerîne malên xwe, serlêdana navenda çeteyên dewleta Tirk a dagirker bikin û ger nekin, wê rastî gef û lêdanê bên, cih digirt.

Li Efrîna dagirkir, rewşên revandin, lêdan û talan ji hêla çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve didomin. Gelek rewşên revandina welatiyan û şantajkirina malbatên wan ji bo dayîna pereyan hatin tomarkirin.