Nasnameya endamekî RMCO hate eşkerekirin
RMCO bi daxuyaniyekê ragihand ku endamê wan ê bi navê Egîd Elî dema ku li Reqa li ser erka xwe bû di encama teqîna mayînekê de şehîd bûye.
RMCO bi daxuyaniyekê ragihand ku endamê wan ê bi navê Egîd Elî dema ku li Reqa li ser erka xwe bû di encama teqîna mayînekê de şehîd bûye.
Rêxistina Roj a paqijkirina mayînan (RMCO) bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya endamekî xwe dema li Reqayê avahiyên welatiyan ji mayînên çeteyên DAIŞ’ê paqîj dikir di encama teqîna mayînekê de şehîd ketiye eşkere kir.
Daxuyaniya RMCO wiha ye:
“Di 25’ê Kanûna 2017’an de endamê rêxistina me yê bi navê Egîd Elî dema ku maleke bajarê Reqayê ji mayînên çeteyan paqij dikirin, di encama teqîna mayînekê de gihiştiye şehadetê.
Rêxistina me ji bo welatî vegerin ser malên xwe, bi hemû xebatên xwe lez dide xebatên paqijkirina mayînan.
Em weke rêxistina RMCO sersaxiyê ji malbat endamê xwe Egîd Elî re dixwazin û soza şopandina rêya wan didin.”
Nasnameya endamê RMCO wiha ye:
Nav û Paşnav: Egîd Elî
Navê Dayikê: Zimurod
Navê Bav: Fewaz
Cih û dîroka Jidayîkbûnê: Serêkaniyê/ 1’ê Çileya 1992
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa/ 25’ê Kanûna 2017