Şandeya endamên PE’yê û parêzerên Fransî serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin
Şandeya endamên PE’yê û parêzerên Fransî serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.
Şandeya endamên PE’yê û parêzerên Fransî serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.
Şandeyek ji Parlamentoya Ewropayê (PE), parêzer û endamên Rêxistina "Parêzerên Sînornenas" (ASF) a nehikumî ya Fransayê serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed û endamê Desteya Rêveber a daîreyê Xalid Îbrahîm şande pêşwaz kir.
Navên ku di şandeyê de cih digrin:
Di hevdîtinê de her du alî, li ser rêyên çareseriyê yên pirsgirêkên di warê hiqûqî û mafên mirovan de nirxandin kirin û li ser fersendên hevkariyê yên di pêşerojê de nîqaş kirin.