Huseyîn Arasan li Silêmaniyeyê hate bîranîn
Endamên Komeleya Karkerên Mezopotamyayê ji bo Huseyîn Arasan ê 2 sal berê ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin, li Silêmaniyeyê çalakiyeke bîranînê lidar xistin.
Endamên Komeleya Karkerên Mezopotamyayê ji bo Huseyîn Arasan ê 2 sal berê ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin, li Silêmaniyeyê çalakiyeke bîranînê lidar xistin.
Endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê Huseyîn Arasan 10'ê Hezîrana 2023'an li Silêmaniyeyê di êrîşa Rêxistina Îstîxbarata Tirk (MÎT) de şehîd ketibû.
Ji bo Huseyîn Arasan li Silêmaniyeyê li cihê lê hate qetilkirin merasîmeke bîranînê hate lidarxistin. Di merasîmê de ku bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, wêneyên Şehîd Huseyîn Arasan hatin hildan û kulîlk li cihê lê hate qetilkirin, hate danîn.
Endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê Huseyîn Kaçar got, "Pêvajoyek hate destpêkirin, lê belê êrîşên dewleta Tirk ên li ser gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê û gelê Kurd dewam dikin. Ev yek jî nîşan dide ku dewleta Tirk ne girêdayî pêvajoya aştiyê ye û polîtîkaya îmha û kuştinê dewam dike.
Di ser qetilkirina Huseyîn Arasan re 2 sal derbas bûn, lê belê kujer hîn jî nehatin girtin. Eger dewleta Tirk dixwaze ber bi pêvajoya aştiyê ve gaveke erênî biavêje beriya her tiştî divê kujerên welatparêzan darizîne."
Bîranîn bi dirûşma 'Şehîd namirin' bi dawî bû.