Îstixbarata Îranê gefê li malbata Werîşe Muradî dixwe
Hat ragihandin ku Wezareta Îstixbaratê ya Îranê gefa girtinê li malbata girtiya siyasî Werîşe Muradî xwar.
Hat ragihandin ku Wezareta Îstixbaratê ya Îranê gefa girtinê li malbata girtiya siyasî Werîşe Muradî xwar.
Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê di nûçeyek xwe de ragihand, roja 8’ê Hezîranê çend car endamên malbata girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî li Sine û Tehranê ji aliyê berpirsên Îtlaetê ve hatine bang kirin û gefa girtinê li wan hatiye xwarin.
Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku hevjînê xwişka Werîşe Muradî, Kerîm Esxerî ku xelkê bajarokê Şiwêş a ser bi Sine ye, ji aliyê hêzên ser bi Îtlaetê ve hatiye binçavkirin û ber bi cihek nediyar ve birine.
Hat gotin ku Kerîm Esxerî bêy biryara dadwer, dibin êşkenceyê de hatiye binçavkirin û gef li hevjîna wê Mêhrane Muradî kirine.
Di 17’ê Hezîrana 2024’an de, Werîşe Muradî ji aliyê Şaxa 15’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve, bi biryara Dadwer Ebulqasim Selewatî ve bi tometa “endama rêxistinê” hat tometbarkirin û di 10’ê Mijdara 2024’an de cezayê darvekirinê lê hate birîn.