Li derdora Îdlibê şer diqewime

Artêşa Sûriyeyê bi piştgiriya Rûsyayê berê xwe da wîlayeta Îdlibê. Li ser sînorê vê wîlayeta li bakurê rojava şer qewimî.

Li gorî Saziya Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, di şerê 24 saetên dawî de herî kêm 66 kes mirin. 19 ji van jî sivîl in.

Ji destpêka hefteyê ve li dora wîlayeta Îdlibê şer diqewime. Liv û tevgera li herêmê û şerê diqewime weke nîşaneya destpêkirina operasyoneke mezin a ji bo Îdlibê tê dîtin.

Piraniya vê wîlayetê ji aliyê Tahrîr El Şam (El Nûsra) ve hatiye dagirkirin. Tahrîr El Şam jî weke koalîsyonek ji Fetîh El Şam ku di kontrola Nûrayê de ye, derdikeve pêş.

Çeteyên di nava vê rêxistinbûnê de ne, yekser bi Tirkiyeyê ve girêdayî ne.

Dewleta Tirk bi El Nûsra re li hev kir û kete herêma Îdlibê, li vê derê 'nuqteyên çavdêriyê' ava kir. Artêşa Sûriyeyê gelek gund û bajarokên navbera wîlayeta Îdlibê û cîranê wê Hamayê, kontrol kir.

Li gorî Saziya Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, rejîm dixwaze başûrê rojhilat ê wîlayeta Îdlibê kontrol bike.

Îdlib yek ji çar herêmên 'bê şer' e ku di hevdîtinên Astanayê yên navbera Moskowa, Tehran û Enqereyê de hatine diyarkirin.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, roja 27'ê Kanûnê daxuyaniyek da û ragihand ku hedefa sereke ya ji niha û pê ve El Nûsra ye. Bi vî rengî sînyala operasyonê dabû.

Lavrov got, "Bêguman armanc tinekirina Eniya El Nûsra ye."