Cenazeyê şehîdên Reqa û Minbicê bi merasîmekê spartin axê

Welatiyên Kantona Kobanê cenazeyê 2 şervanên azadiyê yên ku li Minbic û Reqayê şehîd bibûn, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dicle spartin axê.

Di encama teqîna mayînan a li Minbic û Reqayê de ji Hêzên Ewlehiya Hundir Ehmed Nebhan û Edamê Meclîsa Sivîl a Reqayê Îsmet Hesen şehîd bibûn.

Bi sedan welatiyên Kantona Kobanê ji bo merasîma cenazeyên Ehmed Nebhan û Îsmet Hesen li Goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê kom bûn.

Piştî darbestên herdu şehîdan gihiştin goristanê li gel deqeyek rêzgirtinê merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Nûnerên Saziyên Rêveberiya Xweser, Meclîsa Malbatên Şehîdan a Minbicê û şervanên YPG/YPJ’ê, endamên Hêzên Ewlehiya Hundirîn  û Endamê Komîteya Têkîliyan a TEV-DEM’ê Salih Muslim ango Hevserokê Berê yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) di merasîmê de amade bûn.

Piştre Hevserokê Komîteya Karûbarên Hundir a bajarê Minbicê Ebdo Mustefa axivî û diyar kir ku axa herêmê bi fedekariya tevahî pêkhateyan tê rizgarkirin.

Endama Rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Minbicê Kîfah Elî jî anî ziman ku cangoriyên azadiyê ji bo azadî û rûmeta gelan destaneyên lehengiyê nivîsandin.

Di dawiya merasîmê de nasnameyên herdu şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyê şehîdan bi dirûşma ‘Şehîd Namirin’ û tilîliyên dayikan ve spartin axê.