Hikûmeta Elmanyayê li dijî qedexekirina AfD’ê derket

Wezîrê Karên Hundir ê Elmanyayê li dijî qedexekirina AfD’ê ku di demeke kûrt de ji aliyê îstîxbarata navxweyî ve weke ‘rastgirên tund’ hate pênasekirin derket û diyar kir ku ew ê tevî vê saziyê têkoşîna siyasî bimeşînin.

Ofîsa Parastina Destûrê ya Elmanyayê (BfV), partiya Alternatîf  ji bo Elmanyayê (AfD) weke rastgirên tund pênase kiribû. Ev biryar nîqaşên li ser girtina partiyê ji nû ve vekiriye. Lê belê, ji ber zehmetiyên destûrî, pêvajoya girtina partiyê ne hêsan e.

Wezîrê Karên Hundir ê Elmanyayê Alexander Dobrîndt, diyar kir ku sedemên têrker tune ne ku pêvajoyên qanûnî dest pê bikin û got , “Li gorî min ya rast divê di asta siyasî de bi AfD’ê re nîqaş bên meşandin û pirsgirêkên li welêt çareserkirine.”

AfD’ê li dijî vê jihev cihêkirinê doz vekir. Her çend hin partiyan di vê pêvajoyê de daxwaza çalakiya qanûnî kirine jî, hikûmetê biryardariya xwe ya avêtina gavan li dijî bendbendî teqez kiriye. Li gorî rapora îstîxbaratê hejmara çalakvanên rastgirên tund ji sala 2023’yan heta 2024’an zêde bûye.