Cenazeyê 5 şervanên QSD’ê bi merasîmeke heybet hate veşartin

Li navçeya Eyn Îsa, cenazeyê 5 şervanên QSD‘ê yên di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn bi merasîmeke bi heybet hate veşartin.

Bi sedan welatiyên navçeya Eyn Îsa ya kantona Girê Spî ji bo veşartina cenazeyên şervanên QSD‘ê Emar El- Exres, Mihemed El-Reşaq, Emar Ecreş, Ebdiselam Mihemed û Fayîz Amir berê xwe dan gundê El- Hikûmiya ya bajarê Reqayê.

Ji bo şehîdan merasîmeke bi heybet hate lidarxistin. Bi dehan şervanên QSD’ê û Hêzên Ewlekariya Hindirin beşdarî merasîmê bûn. Merasîm ji bo şehîdên azadiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Ji aliyê din ve şervanan jî merasîmeke leşkerî li dar xistin.

Piştre Endamê Komîteya Têkiliyan a QSD‘ê Siûd El-Fêysel sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got “Em bejna xwe li hember şehîdan û dayikên wan ditewînin. Şehadeta her şervanekî me mezin dike û em pê serbilind in. Keç û xortên me ji bo rizgarkirina welêt ji çeteyên DAÎŞ’ê can û xwîna xwe bi gorî kirin.”

Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Navçeya Eyn Îsa Mehmûd El-Xelef axivî û got: “Me 5 pakrewan dan, lê em şîniyê nakşînin û em qels nabin. Şehadeta her şervanekî ji bo me serkeftin e û li şûna wan bi sedan leheng  tevlî dibin û çekên hevalên xwe hildigirin. Ji ber vê yekê xeta têkoşîna wan her dem berdewam e.”

Endama Rêveberiya Mala Jinê ya Eyn Îsa  Emanî El-Sefer jî axivî û destnîşan kir ku di veşartin şehîdan de îradeyeke bi hêz pêş dikeve û bi vê hêzê welatê azad ava dibe.

Di dawiya merasîmê de, nasnameya şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan kirin. Paşê rêhevalên pakrewanan darbestên hevalên xwe hilgirtin û bi tilîlî û dirûşmeyên cenaze veşartin.