210 ciwanên din tevlî nava refên QSD’ê bûn

Tevlêbûna ciwanan a li Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) didome. 210 ciwanên ku perwerdehiya xwe ya leşkerî qedandin tevlî nav refên QSD’ê bûn.

Li Akademîya Şehîd Feysel Ebû Leyla dewreya perwerdehiyê ya ku 17 rojan dewam kirî, bi tevlêbûna ciwanên Girê Spî, Reqa û Kobanê berdewam kir. Dewreya perwerdehiyê ku 210 şervan tevlê bûbûn bi navê ‘Şehîd Qendîl Reqa’ dest pê kir.

Ji bo dewreya ku 17 rojan berdewam kirî îro merasîmeke qedandinê çêbû. Di merasîmê de fermandarên QSD’ê û şervan hazir bûn.

Di merasîmê de Fermandarê QSD’ê Evdilqadir Hebeş got hemû hêzên dagirker ku dixwazin vîna gel bişkînin ew ê QSD’ê li pêşberî xwe bibînin.

Şervanên ku mezûn bûne sond xwarin û tevlî nav QSD’ê bûn.