Gelê Dêra Zorê li dijî daxuyaniyên rejîmê ya têkildarî QSD'ê meşiyan

Gelê Dêrazorê bi pêşengtiya Meclîsa Sivîl a Dêra Zorê li bajaroka Cezra li dijî rejîma Sûriye û daxuyaniyên wê yên li hember QSD’ê meşiyan.

Gelê Dêra Zorê yên li dijî rêjîma Sûriyeyê meşiyan û bi yek dengî gotin, ew ê gefên rêjîma faşîst qebûl nekin. Diyar kirin ku Şervanên QSD’ê bi berxwedan û tekoşîna xwe karîbûn herêmê ji çeteyan rizgar bikin û hê jî tekoşîna wan a li dijî çeteyan didome.

Rûspiyên herêmê, şêxên eşîran jî di nav bi sedan welatî li nêzî Mala Jinê ya Cezra kom bûn. Meşvanên ku pankartên bi nivîsên “Na ji navendîbûna Rejîma Baas a Faşist re, erê ji pirangî û Demokrasiyê re”,”Em gefên rêjîma Faşist a Baas ku ziyanê didin pirengiya demokratîk a Sûriyê qebûl nakin” û “Rêjîma Baas hilweşe û birjî biratiya gelan”, “Bijî hêzên QSD” vekiribûn, her wiha alên QSD, Meclîsa Sivîl a Dêrazorê û Meclîsa Ciwanên Sûriya Demokratîk vekiribûn bi diruşmeyên “Bijî Sûriya Demokratîk”, “Bijî Sûriya Demokratîk û biratiya gelan”, “Gel divê rêjîm hilweşe” û “Bijî Sûriyê û biçe Beşar Esed” dest bi meşê kirin.

Gelê ku bi dijî rêjîmê bi hêrs bûn û bê navber diruşme qîr dikrin, diyar kirin ku ew niha azad in û wê ti carî gafên rêjîm qebûl nakin. Jina bi navê Wefa Celal El-Hewac ku tevlî meşê bibû destnîşan kir ku ew desthiladariya rêjîma Baas û ya DAIŞ’ê bi temamî qebûl nakin û got: “Em desthildariya rêjîma Baas qebûl nakin.”

Welatiyê bi navê Ubêd Mûsa El-Ferc jî got, wan ji bo yekîtiya civakî û li dijî rêjîma Baas û desthiladariya wan dest bi meşê kirine.

Welatiyên ku li dijî rêjîmê û daxuyaniyên wê bi hêrs bûn û bi diruşmeyên xwe piştgirî dan hêzên QSD’ê heta nêzî navenda Meclîsa Sivîl a Dêra Zorê meşiyan.

Li vir welatî kom bûn û li ser navê Meclîsa Sivîl a Dêra Zorê Mihemed Ebdulezîz axivî û got piştî 7 salên li ser şoreşa Sûriyê re derbas bûye jî, lê hê jî çeteyên girêdayî Îran û Tirkiyê li Sûriyê ne û dixwazin di nava gelê herêmê de tevlîheviyê derbixin.

Ebdulezîz her wiha bal kişand ser berxwedana şervanên QSD’ê û wiha got: “Şervanên QSD’ê bi berxwedan û tekoşîna xwe karîbûn herêmê ji çeteyan rizgar bikin û hê jî tekoşîna wan a li dijî çeteyan didome. Gelê herêmê bi serkêşiya QSD’ê xwe rizgarkirine û herêmên xwe parstine. Wê gelê Sûriye yê berxwedêr rêjma Sûriyê û Serokê wê Başar El-Esed dadgeh bike. Gelê me wê heta dawî li dijî rêjîmê tekoşîna xwe bidomîne.”

Piştî axaftin bi dawî bû, welatiyan govend gerandin û bi dirûşman dawî li meşa xwe anîn.