Cenazeyê şervanê YPG’ê Menecîr hate veşartin

Welatiyên Hesekê cenazeyê şervanê YPG’ê Azad Menecîr ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Rûstem Cûdî ya li gundê Berkevirê veşartin.

Bi sedan welatiyên bajarê Serêkaniyê, Dirbesiyê û gundewarên wê cenazeyê Şervanê YPG’ê Azad Menecîr (Ezedîn Elî) yê ku 21’ê Kanûnê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbû, ji Nexweşxaneya Roj a bajarê Sêrkaniyê wergiritn û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Rûstem Cûdî ve ketin rê.

Li goristanê ji bo şehîdên azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê ve merasîmekî leşkerî hate lidarxistin. Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Serêkaniyê Fehid Reşîd bi xêrhatina hemû kesî kir û sersaxî ji malbata tekoşer Azad Menecîr re xwest.

Li ser navê Fermandariya YPG’ê Agirî Jînda axivî û wiha got; “Her kes dizane ku bi xwîna şehîdan Şoreşa Rojava bi ser dikeve û biratiya gelan pêk hatiye. Şehîdan ji bo vê yekê bedelên giranbûha dane. Em soz didin çawa me Reqa ji terora DAIŞ‘ê rizgar kir em ê li herdeverê Sûriye wan têk bibin.”

Di merasîmê de her wiha bi navê malbata şehîd Azad Menecîr birayê wî Ehmed Elî got: ”Destên ku dirêjî Rojava bibe, ew destê wê were şikestin. Malate me du bira ji bo vê dozê dane û em amade ne ku tola şehîdên xwe rakin.”

Piştî axaftinan nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Girseya gel cenaze li ser milê xwe kirin û di nava dirûşmeyan û tilîliyên dayikan li goristanê veşartin.