Sala 2017'an hevsengiyên leşkerî yên li Sûriyeyê guherîn

Sala 2017'an li Sûriyeyê hevsengiyên siyasî û leşkerî bi giranî guherîn. Bi deh hezaran kes mirin û hilweşîna aboriyê jî dewam kir.

Sala 2017'an di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de nêzî 40 hezar sivîl û çekdar mirin. Qada ku hêzên QSD'ê yên bi pêşengiya Kurdan rizgar kirin, 50 hezar kîlometreçargoşe derbas kir.

Li gorî rapora Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ku navenda wê li Londonê ye, destpêka sala 2017'an 95 hezar û 200 kîlometreçargoşe ya 185 hezar kîlometreçargoşe yê erdê Sûriyeyê di destê çeteyên DAÎŞ'ê de bû. Heman wextê, qada ku ji ailyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve dihate kontrolkirin 35 hezar û 144 kîlometre çargoşe bû. Ev jî 19 ji sedî yıê axa erdnîgariya Sûriyeyê bû.

Destpêka sala 2017'an qadeke ji 31 hezar û 400 kîlometreçargoşe di destê rejîma Esad û hevalbendên wê, 23 hezar kîlometreçargoşe jî di destê komên Tirkiye û welatên din ên kendavê de bû.

Lê belê îsal di şer de çeteyên DAÎŞ'ê gelekî qels bû û hema bêjin ku tenê li çend cihên biçûk asê maye. Hêzên rejîmê piraniya erdê başûr, navîn û bakurê rojava yê welêt ku bi giranî çol e ji DAÎŞ'ê stand. Ev jî bi qasî 72 hezar kîlometreçargoşe bû. Rejîma Esad niha bi qadeke ji 103 hezar kîlometreçargoşeyî re 56 ji sedî yê erdê Sûriyeyê kontrol dike.

ZÊDEYÎ 50 HEZAR KÎLOMETREÇARGOŞE JI ALIYÊ QSD'Ê VE TÊ KONTROLKIRIN

Di rizgarkirina erdên di destê çeteyên DAÎŞ'ê de, rola şervanên QSD'ê gelekî zêde bû. Li gorî daneyên SOHR, sala 2016'an qadeke ji 15 hezar û 500 kîlometreçargoşe ji dagirkeriya çeteyan hate rizgarkirin û bi giştî 50 hezar û 640 kîlometreçargoşe ji aliyê QSD'ê ve hate azadkirin. Tevî Efrînê, herêma ku QSD kontrol dike 27,5 ji sedî yê erdê Sûriyeyê ye.

Tê texmînkirin ku li Dêra Zor, Hûms û Darayê tenê çend herêmên biçûk ên ji 5 hezar kîlometreçargoşe di destê çeteyan de mane.

BAJARÊN REQA, DÊRA ZOR Û PALMÎRA JI ÇETEYAN HATIN RIZGARKIRIN

Dawiya sala 2016'an ji ber ku Tirkiyeyê komên xwe firot, kontrola bajarê Helebê kete destê rejîma Esad. Gelek taxên Helebê jî ji aliyê şervanên YPG'ê ve hatin rizgarkirin.

Yek ji bûyerên herî girîng ên sala 2017'an jî rizgarkirina bajarê Reqayê bû ku çeteyan berî 3 salan qaşo ji bo xwe weke 'paytext' ragihandibûn. Şervanên QSD'ê ji bo zerar negihêje sivîlan, Pêngava Xezeba Firatê ya ji bo rizgarkirina Reqayê bi demeke dirêj meşandin. Di dawiya dawî de 17'ê Cotmehê bajar hate rizgarkirin.

Hêzên QSD'ê heman wextê li wîlayetên Dêra Zor û Hesekê Pêngava Bagera Cizîrê meşandin û qadeke berfireh a li rojhilatê Çemê Firatê rizgar kirin. Li rojavayê Firatê jî hêzên rejîmê bi operasyona xwe navenda bajarê Dêra Zorê ji çeteyan paqij kirin.

ZÊDEYÎ 10 HEZAR SIVÎLÎ JIYANA XWE JI DEST DAN

Sala 2017'an di şer û êrîşan de zêdeyî 39 hezar kes mirin. Herî kêm 10 hezar û 500 ji van sivîl bûn. Di nava van sivîlan de 2 hezar û 100 kes zarokên kêmî 18 salî, 1.500 jî jin bûn.

Di raporê de herî zêde hêzên rejîmê ji kkuştina sivîlan berpirsyar tê nîşandan.

Di şer de, ligel DAÎŞ'ê ji Fetah eş Şam ku dewama El Nûsra ye û çeteyên din jî 7 hezar û 500 kes mirin . Ji rejîmê jî 4 hezar û 500 kes mirin.

Li gorî rapora SOHR'ê, sala 2017'an mirina 39 hezar kesî hatine tespîtkirin û dibe ku 5 hezar kesên din jî hatibin kuştin.

Tê texmînkirin ku li Sûriyeyê di şer de sala 2016'an 49 hezar, sala 2015'an jî herî kêm 55 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane. Li gorî hejmarên di raporê de hatin eşkerekirin, ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê û vir ve, zêdeyî 500 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane.

HILWEŞÎNA JI SEDAN MILYAR DOLARÎ

Li gorî texmînên Banka Cîhanê, windahiya aborî ya Sûriyeyê ji ber şerê navxweyî herî kêm 225 milyar dolar e. Ev yek jî 4 qat ji hatineya milî ya salane ya Sûriyeyê ya berî şer e.

Ji ber şerê navxweyî, 10 milyon kes li nava welêt an jî li derveyî welêt bûn penaber. Her wiha xisareke giran da bajaran. Ev yek jî nîşan dide ku pêwîstî bi projeyên ser û binesaziyê hene.