Rêveberiya Xweser alîkarî da Meclîsa Dêra Zorê
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê bi 350 milyon Lîreyê Sûriyeyê alîkariya darayî da Meclîsa Sivîl a Dêra Zorê.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê bi 350 milyon Lîreyê Sûriyeyê alîkariya darayî da Meclîsa Sivîl a Dêra Zorê.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, Rêveberiya Xweser, ev alîkarî ji bo av û nan hate şandin. Meclîsa Sivîl a Dêra Zorê wê bi vî pereyî firneyên nan tamîr bike û stasyonên avê jî bide xebitandin.
Endamê Komîteya Şaredariyan a Meclîsa Sivîl a Dêra Zorê Endezyar Eşref El-Elyan jî got "Em ê alavên pêwîst ji bo firneyan peyda bikin û yekser dest bi kar bikin."