Pîskoposê Dêra Zorê û Hesekê: Bila li Sûriyê aştî çêbibe

Pîskoposê Dêra Zorê û Hesekê Morîs Emsîh cejna Noelê ya gelên Sûriyê pîroz kir û got, "Em dixwazin ku pêxemberê aştiyê Hezretî Îsa bereketê bîne welatê me, ji gelê me û hemû mirovahiya bawermend re û dawî li şer bîne."

Xiristiyan her sal şeva ku 24’ê Kanûnê dike 25’ê Kanûnê rojbûna Hezretî Îsa pîroz dikin.Li Sûriyê ji ber sedema şerê navxweyî yê 7 salan û ji ber sedema ku çeteyên DAÎŞ’ê li herêmên ku dagir kirine komkujî li Xiristiyanan kirine, dêrên wan kirine hedef gelek Xiristiyan neçar man ku xaka xwe biterikînin. Tê texmînkirin ku beriya şerê navxweyî li Sûriyê nêzî 2 milyon xiristiyan hebûne.

Li Bakurê Sûriyê ku Sûryan, Asûr, Ermen û Keldan gelek lê hene, hate astengkirin ku rewşeke weke deverên dî were jiyîn û herêm ji DAÎŞ’ê û çeteyên dî hate parastin. Xiristiyanên ku xaka xwe neterikandin weke her salê îsal jî cejna xwe ya Noelê pîroz kirin, ewlehiya dêra wan jî ji hêla hêzên wan ên parastinê ve hatin standin.

Ji ber Noelê li gelek dêrên Rojava ayîn hatin çêkirin. Pîrozbahiyên ku duh dest pê kirin roja duyan jî berdewam kir.

Ayîna li Noelê li Qamişlo li Dêra Dayika Meryem a Qamişlo hate çêkirin. Ayîn ji hêla Pîskoposê Dêrazor û Hesekê (Herêma Cizîr û Firatê) Morîs Emsîh ve hate birêvebirin. Ortadoksên Qamişloyê di ayînê de îlahî gotin, dia kirin, bi mûmam Noel pîroz kirin.

EMSÎH: LI ŞÛNA ŞER AŞTÎ Û ARAMÎ

Emsîh piştî ayînê peyama Noelê da ANF’ê.

Emsîh xwest ku cejna Noelê aştiyê bîne cîhanê û got: ‘’Îro hemû dinya rojbûna pêxemberê aştiyê û kurê Dayika Meryem ê ku li Beytullahîmê li şikeftekê jidayik bû pîroz dike.

Beytûllahîm bi Aramî Sûryanî tê maneya mala nên. Ji ber ku Mesîh bû kana jiyanê û hêviya rizgariyê ya hemû dinyayê. Melek dibêjin, Xwedê ji bo ku aştiyê bîne û mirovahiyê aram bike Mesîh çêbûye.

Em Ortadoksên Sûryanî yên li Qamişlo, li Dêra Dayika Meryem rojbûna Mesîh li hemû dinyayê pîroz dikin. Pêşî em li gelên Sûriyê pîroz dikin, em hêvî dikin ku aştî were. Em hêvî dikin ku pêxemberê aştiyê Hezretî Mesîn bereketê bîne welatê me, ji gelê me re û hemû mirovahiya bawermend re û dawî li şer bîne. Em hêvî dikin ku li şûna şer aştî û aramî were.’’