Hevserokên Meclîsa Herêma Sirînê hatin hilbijartin

Hevserokên Meclîsa Herêma Sirînê ya Bakurê Sûriyeyê duh hatin hilbijartin.

Meclîsa Navçeya Sirînê duh li hev civiya. Endamê Desteya Rêveberiya Federasyona Bakurê Sûriyeyê Ferhad Dêrik û Emel Elberho jî tevlî civînê bûn.

Ferhad Dêrik li civînê axivî û got, "Meclîs sîstemeke nû ye ku gavek ji avakirina Federasyona Bakurê Sûriyeyê ye. Hemû pêkhateyên li herêmê, li gorî çand û kevneşopiya xwe cihê xwe di nava sîstemê de digirin."

Piştî axaftinan, rêziknameya komun û meclîsê hate xwendin. Piştî ku endamên meclîsê bi zimanên xwe yên dayikê bi Kurdî û Erebî sond xwarin, hilbijartin hate kirin. Xedîca Mehmûd û Silêman Hecî ji bo Hevserokatiya Meclîsê hatin hilbijartin.