Bagera Cizîrê: 4 gund hatin rizgarkirin, 67 çete hatin kuştin

Şervanên QSD'ê, di encama şerekî giran de 4 gundên li nêzî bajarokê Hecînê rizgar kirin. Di vî şerî de 67 çeteyên DAÎŞ'ê hatin kuştin.

Pêngava Bagera Cizîrê ya ji bo rizgarkirina bejahiya Dêra Zorê di roja 111'an de ye û şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) her bi pêş ve diçin.

Di çarçoveya pêngavê de îro jî şerekî giran qewimî û di encamê de gundên El Qehawî, El Cebel, El Kişkiya û Cib El Behra hatin rizgarkirin.

Di vî şerî de 67 çeteyên DAÎŞ'ê hatin kuştin û yek jê doçka li ser 2 wesayitên çeteyan hatin rûxandin.

Ceb El Behra bi 5 kîlometreyan li bakurê bajarokê Hecînê û bi 50 kîlometreyan li rojhilat başûrê Meyadînê ye.

Gundên El Cebel, El Kişkiya, El Qehawî li kêleka hev in û di navbera her yek ji wan de kîlometreyek heye.