Cenazyên 4 şervanên QSD’ê li Tebqayê spartin axê

Cenazeyên 4 şervanên QSD‘ê yên di operasyona paqijkirina bajarê Reqayê di encama teqîna mayînê çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bibûn, bi merasîmeke bi heybet ve li Goristana Şehîdan spartin axê.

Welatiyên herêma Tebqa û gundewarên wê ji bo girtina cenazeyên şervanên QSD‘ê Hesen Abdullah El-Temir (Ebû Ûsama), Emar Taha El-Efara (Emar Reqa), Ebas Kazim El-Hisên (Ebas El-Kerama) û Ehmed Mihemed Nafai yên di operasyona paqijkirina bajarê Reqayê ji mayînên çeteyên DAIŞ‘ê de şehîd bibûn li ber nexweşxaneya Wetenî ya bajarê Tebayê kom bûn. Girse cenaze ji nexweşxaneyê wergertin û bi kerwanekî ku ji dehan wesayîtan pêk dihat ber bi Goristana Şehîdan ve bi rê ketin.

Li goristanê darbestên şehîdan ji aliyê sedan welatiyên gundên El-Cirniya, El-Mehmûdlê, Caber û herêma Tebqayê ve bi dirûşma ‘Şehîd Namirin’ ve hate pêşwazîkirin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî yaji aliyên şervanên YPJ‘ê û Hêzên Erka Xweprastinê ve despê kir.

Di merasîmê de, li ser navê Fermandariya QSD‘ê Omîd Gabar sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got ku ew xwîna şehîdan li erdê nehêlin.

Gabar di nava axaftina xwe de bal kişand ser daxuyaniya Serokê rêjîma Sûriyeyê ku hêzên wan bi îxanetê bi nav dike û wiha got: “Li gorî rêgezên rêjîma Baas; yên ku li gorî sîstema wan tevnegere ew bi xiyanetê bi nav dike. Her wiha kesê bixwaza bi azadî bijî ew jî xayîn e. Her kes vê yekê baş nas dike ku li Bakurê Sûriyeyê vîna gelan li pêş e, ji bilî QSD‘ê ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê di nav xwe de digire, ti hêz din tineye.”

Her wiha di dewama marasîmê der li ser navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Hevserokê Meclîsa Rêveber Hindê El Elî û Endamê Meclîsa Eşîreyan Ehmed Ewad El Hisên axivî. Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin û bang xwedîderketina li xeta şehîdan hate kirin.

Piştî nasnameyê şehîdan hate xwendin û radestî malbatan hate kirin û şûnde, cenazeyê şehîdan bi dirûşma ‘Şehîd Namirin’ û tilîliyên dayikan ve spartin axê.