Şervanên QSD'ê nêzî bajarokê Hacinê bûn; 15 çete hatin kuştin

Di pêngava Bagera Cizîrê de şervanên QSD'ê xwe gihandin dora bajarokê Hacinê ku li bakurê El Bûkemal e.

Pêngava Bagera Cizîrê, di roja 110'an de dewam dike û şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) her bi pêş ve diçin.

Şervanên QSD'ê gihîştin dora bajarokê Hacinê ku bi 25 kîlometreyan li bakurê bajarê El Bûkemal e.

Li derdora Hacinê di navbera şervanên QSD'ê û ceteyên DAÎŞ'ê de şerekî dijwar diqewime.

Di şer de 15 çete hatin kuştin, wesayitek û motoreke çeteyan jî hatin rûxandin.

Şerê li vê herêmê dewam dike.