YPG’ê tugaya 11’an li Efrînê ava kir

YPG’ê li Kantona Efrînê avakirina tugaya 11’emîn ragihand.

Tugaya bi navê Şehîd Sozdar Kurdistan 45 rojan dom kir, 236 şervan beşdar bûn.

Damezrandina tugayê bi tevlîbûna şervanên YPG/YPJ, fermandar û malbatên şervanan bi merasîmekê hate îlankirin.

Di merasîmê de Serokê Konseya Parastina Efrînê Behcet Ebdo axivî û damezrandina tugayê pîroz kir û wiha got; “Di pêvahoya hesas a ku em têde ne, rêxistinkirina parastina gelê Bakûrê Sûriyê xwedî giringiyekê ye.”

Di dawiya axaftina xwe de, Abdo bang li hemû ciwanan kir ku tevlî tugayên tên avakirin bibin û parastina xak û rûmeta xwe bikin.

Piştre şervanan sonda leşkerî xwarin û bê navber dirûşmeyên silavkirina berxwedana YPG/YPJ`ê berz kirin.

Şehîd Sozdar, di Pêngava Bagera Cizîrê de, ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji bo rizgarkirina gundewarên Dêra Zorê dabû destpêkirin de şehîd bûbû.