Bagera Cizîrê: Gundê Sineyda hate rizgarkirin, 30 çete hatin kuştin
Şervanên Pêngava Bagera Cizîre gundê Sineydayê rizgar kirin û 30 çete hatin kuştin.
Şervanên Pêngava Bagera Cizîre gundê Sineydayê rizgar kirin û 30 çete hatin kuştin.
Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîre de ya ku 109 roj in berdewam dike, şervanên QSD’ê pêşveçûna xwe didomînin.
Şervanên QSD’ê ji sihare ve ketin rê û çûn ser gundê Sineydayê yê ku 30 km li başûrê Rojhilatê Meyadînê ye. Li gund di navbera şervanan û çeteyên DAÎŞ’ê de şerekî dijwar rû da. Di encama şer de gundê Sineydayê hate rizgarkirin. Di heman demê de 30 çete hatin kuştin û wesayîtekî ya çeteyan hate îmhakirin.