Li Til Hemisê cenazeyê Etela Hisên spartin axê

Welatiyên navçeya Til Hemîsê, cenazeyê şervanê YPG’ê Darî Etela Hisên (Şoreş Hudeybiya) bi merasîmekê li Şehîdgeha Şehîd Raxib El-Etiya ya li gundê Salihiyê spartina axê.

Welatiyên navçeya Til Hemîsê ji bo merasîma cenazeyê şervanên YPG`ê Darî Etela Hisên (Şoreş Hudeybiya) yê ku 23‘ê Kanûnê di Bagera Cizîrê de şehîd bibû, li pêşiya navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo kom bûn. Girseyê cenaze ji navendê wergirtin bi kerwaneke wesayîtan bi ber Şehîdgeha Raxib Eketiya ya dikeve rojavayî navçeya Til Hemîsê ve bi rê ketin û bê navber dirûşma “Şehîd Namirin” qîr kirin.

Li şehîdgehê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Di merasîmê de li ser navê TEV-DEM’ê Salih El Xelef, li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeyê Mihemed Xilêwî, li ser navê YPG’ê Reşo Til Hemis û li ser navê malbata şehîd jî xalê Etla Hisên Esaf El Kero axivîn.

Axaftivanan sersaxî ji malbata şehîd re xwest û rola wan a di parastina herêmê û rizgarkirina ji çeteyan vegotin. Her wiha di axaftinan de soza şopandina xeta şehîdan hate dayîn.

Piştî ku nasnameya şehîd Şoreş hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Cenazeyê şehîd bi dirûşima ‘Şehîd Namirin’ û tilîliyên dayikan ve spartin axê.