Li Minbicê teqîn

Li Minbicê, ji ber êrîşa çeteyekî Tirkiyeyê, 2 wezîfedarên ewlekariyê jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî nûçeya ANHA'yê, çeteyekî dewleta Tirk, bi motorsîkleteke bombebarkirî êrîşî benda kontrolê ya li bakurê bajêr kir. Ji ber êrîşê 2 wezîfedarên ewlekariyê jiyana xwe ji dest dan.

Çeteyekî 'Mertala Firatê' yê ser bi artêşa Tirk ve, nîvê şevê saet di 02:00 de bi motorsîkleteke bombebarkirî êrîşî benda kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Navxweyî ya li bakurê Minbicê (Rêya Cerablûs-Minbicê) kir.

Ji ber teqînê 2 wezîfedarên ewlekariya navxweyî şehîd bûn, 2 jî birîndar bûn.