ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Efrînê salvegera Kongra-Star hate pîroz kirin
Li Efrînê salvegera 14’emîn a Kongra-Star hate pîrozkirin -
Cenazeyê şervanê YPG’ê Îsmaîl Ehmed hate veşartin
Welatiyên Girê Spî cenazeyê şervanê YPG’ê Îsamîl Ehmed bi merasîmekê li Goristana Şehîd Mehmûd Tûmê spartin axê. -
Artêşa Tirk muhîmmata leşkerî li depoya Cebel El Şêx bi cih dike
Tê gotin artêşa Tirk muhîmmata leşkerî û çekan li depoya Cebel El Şêx li bejahiya rojavayê Helebê bi cih dike. -
Çeteyên Tirk êrîşî Efrînê dikin
Çeteyên artêşa Tirk a dagirker êrîşî gundên navçeya Şera ya Efrînê dikin. -
YPG'ê nasnameya 8 şehîdan eşkere kir
YPG'ê nasnameya 8 şervanên xwe yên li Dêra Zorê, Reqa û Efrînê şehîd bûn eşkere kir. -
YPG'ê di salvegera 6'an de Xebat Dêrik bi bîr anî
YPG'ê di salvegera 6'an de Fermandarê YPG’ê Xebat Dêrik bi bîr anî û diyar kir, Xebat Dêrik ji destpêka şoreşa Rojava ve di nav refên şoreşê de bûye û ji bo azadiya gelê Rojavayê Kurdistanê têkoşiya ye. -
Gelê Minbicê li dijî gefa dagirkeriyê meşiya
Gelê Minbicê, li dijî dewleta Tirk û hêzên dixwazin herêmê tevlîhev bikin daket qadan. -
Erdogan ferman da, "Artêşa Tirk-El Qaîdeyê" êrîş kir
Artêşa Tirk-Çeteyên El Qaîdeyê yên bi fermana Erdogan ketin nava liv û tevgerê, êrîşî Efrînê kirin. Şervanên YPG/YPJ'ê bi tundî bersiv dan êrîşan. -
Nebîl Milhim: Projeya Ocalan, Sûriyeyê dike warê hemû pêkhateyan
Milhim işaret bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û destnîşan kir ku projeya Sûriyeya Demokratîk a Ocalan re ji bo tevahiya Sûriyeyê rêya çareseriyê ye û hemû pêkhateyan digire nava xwe. -
Artêşa Tirk gundê Qere Baba topbaran dike
Artêşa Tirk a dagirker, gundê Qere Baba ya Herêma Reco dan ber topan. -
Cenazeyê şehîd El Hesenî hate veşartin
Cenazeyê şervanê YPG‘ê Menaf El-Hesanî (Umer Tirbespiyê) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dilşêr hate veşartin. -
Li Qamişlo cenazeyê 2 şervanên YPG’ê hatin veşartin
Bi hezaran welatiyên Kantona Qamişlo cenazeyê şervanên YPG‘ê Dilbirîn Girbawî (Birîn Xelîl) û Beşar El-Ubeyd (Egît Qamişlo) ên 11‘ê Çileyê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûne, li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan bi marasîmeke heybet ve veşartin. -
Cenazeyê Ebdulezîz li Tebqayê spartin axê
Cenazeyê şervanê QSD‘ê Raîd Ebdulezîz (Cezrawî) ê ku li Reqayê şehîd bibû, bi merasînekê li Goristana Şehîdan spartin axê. -
Li Îdlîbê şerekî giran heye
Li Îdlîbê şerê di navbera hêzên rejîma Sûriyeyê û koman de yên ku Tirkiye piştgiriya wan dike, roj bi roj zêdetir dibe. -
YPG’ê nasnameya 4 şervanên xwe yên şehîd eşkere kir
Navenda Ragihandina YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 4 şervanên xwe ragihand ên ku di 10-11’ê Çileyê de şehîd bûbûn. -
Bagera Cizîrê: 17 çete hatin kuştin
Di Pêngava Bagera Cizîrê de ya ku 126 roj in berdevam dike, şervanên QSD’ê bi pêş ve diçin. Di şerê li bajarokê Hecînê de 17 çete hatin kuştin -
Cenazeyê şervanê YPG’ê Yilmaz li Kobanê spartin axê
Welatiyên Kantona Kobanê cenazeyê şervanê Mecslîa Leşkerî ya Minbicê Yilmaz Kobanê bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijle ya Kobanê spartin axê. -
Muslim: Ger êrîşî Efrînê were kirin, wê şer derbasî Tirkiyeyê bibe!
Endamê Komîteya Têkiliyên Derve yê TEV-DEM’ê û hevserokê berê yê PYD’ê Salih Muslim hişyarî da û got ku eger êrîşek çêbibe wê şer derbasî Tirkiyeyê bibe. Muslim; “ Eger Kurd yekîtiya xwe ya netewî pêk bîne wê li Rojhilata Navîn bibe hêza herî girîng.” -
Rejîmê baregeha hewayî ya Ebû Zûhûrê kontrol kir
Hêzên rejîma Sûriyeyê, Baregeha Hewayî ya Ebû Zûhûr ku bi 40 kîlometreyan dûrî navenda bajarê Îdlibê ye kontrol kirin. -
Yên ku bi vî rengî şer dikin ti carî têk naçin -2
Di roja duyemîn a bi Tabûra Şehîd Lewend re, me amadekariyên wan ên çalakiyê, dema êrîşê û têkbirina êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê şopand. -
Cenazeyê şervanê YPG’ê Xebat Dêrik hate veşartin
Welatiyên herêma Dêrikê cenazeyê şervanê YPG’ê Xebat Dêrik (Salih Xidir Hemûş) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Xebat spartin axê. -
Li Dêra Zorê bi sedan ciwan tevlî QSD’ê bûn
Bi sedan ciwanên Dêra Zorê piştî qedandina dewreya perwerdehiyê bi merasîmekê tevlî nava refên QSD’ê bûn. -
Li Girê Spî 100 ciwanên din tevlî QSD’ê bûn
Li Akademiya Şehîd Lorens û Akademiya Şehîd Ezîz 100 ciwanên ku ji herêmên cuda yên Bakurê Sûriyeyê dewreya perwerdehiyê qedandine, bi merasîmekê tevlî hêzên QSD’ê bûn -
Yên bi vî rengî şer dikin ti carî têk naçin -1
Şervanên YPG'ê ku bi moral, stran û dirûşmên dilsoziya bi Ocalan û YPG'ê şer dikin, sira têkbirina DAÎŞ'ê radixin pêş çavan. -
Koma hawanê moralê dide her eniyê
Pêngava Bagera Cizîrê bi mehan e li nava çolê di nava zor û zehmetiyên giran de bê navber dewam dike. Koma hawanê ku li eniya şer sekn pê nabe, xem û moralê hemû şervanan e.