ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Artêşa Sûriyeyê bersiv da banga YPG'ê
YPG'ê li dijî gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bang li hikumeta Sûriyeyê kiribû. Artêşa Sûriyeyê bersiv da û diyar kir ku ew ketine Minbicê. -
YPG'ê bang li hikumeta Sûriyeyê kir
YPG'ê diyar kir, piştî ku wan xwe ji Minbicê vekişand, hêzên xwe li eniyên şerê dijî terora DAÎŞ'ê bi cih kirine û ev bang kir: "Em bang li hêzên dewleta Sûriyeyê dikin ku erka xwe ya parastina sînorê Minbicê ji dagirkeriya Tirk, pêk bîne." -
Efrînî: Em ê ti carî dest ji xaka xwe bernedin
Efrîniyên ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk neçar man li kampan bi cih bibin, nerazîbûn nîşanî gefên êrîşê yên Erdogan dan. Efrîniyan gotin, "Ji ber ti êrîşê em ê dest ji xaka xwe bernedin." -
Li Dêra Zorê şehîdên QSD’ê bi merasîmekê hatin veşartin
Cenazeyê 4 şervanên QSD’ê bi tevlîbûna sedan welatiyên Dêra Zorê û bajarokê El Bîsêra bi merasîmekê li Goristana Haî El Hesen hatin veşartin. -
Cenazeyê 3 şehîdên QSD’ê li Şedadê spartin axê
Bi sedan welatiyên navçeya Şedadê cenazeyê 3 şervanên QSD`ê yên di ‘Şerê Tinekirina Terorê’ de şehîd bibûn, li Goristana şehîdan a Şedadê spartin axê. -
Heyva Sor a Kurdistan destê alîkariyê dirêjî Qendîl kir
Heyva Sor a Kurdistanê ji bo welatiyên Binarê Qendîl ên ji ber lêhiyê zirar û ziyanek mezin li ber ketibûn destê alîkariyê dirêj kir. Heyva Sor a Kurdistan 200 hezar eûro ji bo welatiyên Qendîlê şandiye. -
MEY sefaretxaneya xwe ya bilind a li Şamê dîsa vedike
Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî (MEY), ku hevalbendê nêz ê Erebîstana Siûdî ye, wê sefaretxaneya xwe ya bilind a li paytexta Sûriye Şamê roja Pêncşemê veke. Sefaretxane 7 sal in girtî ye. -
QSD'ê di nava du hefteyan de 11 hezar sivîl rizgar kir
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), di nava du hefteyên dawî de zêdeyî 11 hezar sivîl li Hecînê ji nava lepên DAÎŞ'ê rizgar kirin. Hate ragihandin, piraniya sivîlên ji DAÎŞ'ê reviyane, malbatên çeteyan e. -
Li Hecîne şerekî dijwar heye: Herî kêm 15 çete hatin kuştin
Di operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê yên li Hecînê şerekî giran qewimî. Di şer de herî kêm 15 çete hatin kuştin. -
NÛ BÛ- Li Minbicê teqînek pêk hat
Li Minbicê teqîneke mezin pêk hat. -
Dagirkeriya Tirk li Efrînê 3 sivîlên din jî revandin
Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê li gundê Hesê yê Efrînê 3 welatiyên kal revandin. -
Şervanên QSD’ê li Hecînê dest danîn ser depoyeke ya çekan
Şervanên QSD’ê yên ber bi Hecînê ve bi pêş ve diçin, gelek wesayîtên çeteyên DAÎŞ’ê îmha kirin, destdanî ser depoyeke ya çek û cebilxaneyan. -
Cenazeyê şervanê YPG’ê El-Casim li Til Hemîsê hate veşartin
Welatiyen navçeya Til Hemîs a Kantona Qamişlo cenazeyê şervanê YPG’ê Mûsa Salih El-Casim (Xesan) bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a navçeya Til Hemîsê veşartin. -
Cenazeyên şervanên QSD’ê Xidir û Iweyid spartin axê
Bi tevlîbûna sedan kesî bi merasîmekê cenazeyên şervanên QSD’ Ebdullezîz Xidir (Can Fîda) ûElî El Iweyid (Zinar Hesekê) yên di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn li Hesekê spartin axê. -
Eşîrên Herêma Firatê li dijî dagirkeriyê bang kirin
Pêşeng û rûspiyên eşîrên Ereb ên Herêma Firatê li hemberî gefa dagirkeriyê ya dewleta Tirk hatin ba hev û bang kirin. -
'Em ê li dijî hemû êrîşan gelê Minbîcê biparêzin'
Dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên dagirkirî yên li derdora Minbîcê çeperên xwe xurt dike. Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ya ku tevgera dewleta Tirk ji nêz ve dişopîne ragihand ku ew amade ne hemû êrîşên li dijî Minbîcê têk bibin. -
Rêveberiya Xweser li ser gefên Tirkiyeyê daxuyanî da
Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir, gefên dewleta Tirk û biryara Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) firsend daye DAÎŞ'ê û bang li hêz û civata navneteweyî kir. -
Sûriye û Îsraîl hevdu sûcdar dikin
Balafirên şer ên Îsraîlê, êvara Sêşemê bombe li du tesîsên li nêzî paytexta Sûriye Şamê dan. Îsraîlê ragihand ku ji xaka Sûriyeyê fuze ber bi wan ve hatiye avêtin, lewma wan êrîş kirine. -
Li Sûsê, Şafa û Baxozê herî kêm 100 çete hatin kuştin
Li Dêra Zorê, di navbera şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û çeteyên DAÎŞ'ê de şerekî giran diqewime. Herî kêm 100 çete hatin kuştin. -
'Suryanî wê li her derê li ber dagirkeriya dewleta Tirk rabin'
Hevserokê Partiya Yekîtiya Suryanî Senherîb Bersûm bal kişand ser gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û got, "Suryanî hemû wê li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin." -
Koçer: Kurd bi hêza xwe dikarin bi ser bikevin
Endamê Rêveberiya TEV-DEM'ê Hesen Koçer got, "Li ber Sûriyeyê du rê hene: Ya wê sîstemeke demokratîk ava bibe, ya jî wê sîstemeke selefî biafire." Koçer diyar kir, Kurd bi hêza xwe dikarin bi ser bikevin. -
Cenazeyê şervanê YPG’ê Ednan hate veşartin
Welatiyên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçerê cenazeyê şervanê YPG’ê Îmad El-Mensûr bi merasîmekê li goristana şehîdan a navçeya Til Koçer a Qamişloyê veşartin. -
Cenazeyê du şervanên Ceyş El-Siwar li Tebqayê hate veşartin
Welatiyên Tebqayê cenazeyê şervanên Ceyş El-Siwar Hisên Abdullcebar (Ebû Sarî) û Elaa El-Xewlî (Qeyser) bi merasîmekê li goristana şehÎdan a Tebqayê veşartin. -
Asûrî û Sûryanî: Dewleta Tirk nikare yekîtiya me têk bibe
Asûrî û Sûryaniyan gotin li dijî êrîşên dewleta Tirk ew ê yek bin û li ber xwe bidin. -
Rayedarên Suryanî: Gelên me bê alternatîf nînin
Rayedarên Suryanî yên hêzên leşkerî û rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û biryara DYE'yê ya vekişînê nirxandin. Rayedaran gotin, gel bê alternatîf nîne û projeyên xwe yên nû hene.